Jinên Bismilê: Em bi zaliman re nabin yek

13:25

JINHA

AMED - Ji şevê din heya sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Gelek mal di serde girtinê de hatin belav kirin û bi guleyan agir berdan mala jinek. Welatiyek ku nexwast navê xwe bide wiha bertekên xwe anîn ziman: "Em ê bi kesên ku van kiryaran pêk tînin re nejîn. Bi çi mafî ewqas zilmê li me dikin, çi mafê wan li ser çand û zimanê me heye."

Şevê din li Bismilê piştî li çar taxan qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin, ji şev heya saetên sibê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serde girtina malan de, tiştên di odeyan de hemû perçe kirine û belav kirin. Bi taybet eşya û wêneyên ku çanda Kurdan dide diyar kirin hatine şikandin. Her wiha li ser dîwarê kolanan nivîsên "TC li vire", "PKK'e qaleşe", "Tevgera Taybet li vire" nivîsandine. Mala jinek bi guleyan agir berdanê, hat diyar kirin ku mal valabûye û ji bo kirê hatî dayîn."

'Çi dikin bila bikin em ê warê xwe terk nekin'

Salih Kurt a ku malê wî hatî serde gitin diyar kir ku polîsan kes binçav nekiriye û wiha got: "Em ne li malê bûn û ne jî li Bismilê bûn. Em li malbana wê me hemû girtibana. Mal û gundê me şewitandin, me neçarî koçê kirin. Niha jî wê me ji Bismilê bidin koç kirin? Wê vir jî bişewtînin? Çi dikin bila bikin em ê warê xwe terk nekin. Êdî em ne gelê çav girtîne. Em ê li berxwe bidin û xwedî li zarokên xwe derên. Dixwazin bila me tev malên me bişewtînin. Mal ser û binî kirin çi dîtin? Vala vala aramiya welatiyan xirab dikin."

'Em bi zaliman re nabin yek'

Jinek din a ku bi ser mala wê jî hatî serde girtin nexwest navê xwe bide wiha got: "Qey cilên me jî suce? Ji ber di wêne de kurê min cilê gerîlla li xwe kiriye qetandine û şikandine. Dibêjin em weke hevini, ev çi wek heviye? Çand, ziman, dîrok û her tiştê me ji hev cuda ye. Em ne weke hevin. Em ê bi kesên ku van kiryaran pêk tînin re nejîn. Bi çi mafî ewqas zilmê li me dikin, çi mafê wan li ser çand û zimanê me heye? Bi kijan rûyê dibêjin em weke hevin. Bi wan re em bi kîjan zimanê dipeyvin, kîjan cilê li xwe dikin û xwarinê dixun. Wê demek şûn ve werin û bêjin nefesê ne ji difin ji devê xwe bigrin. Wê mudaxeleyê vê jî bikin."

(rc)