KJK: Dê faşîzma AKP'ê winda bike azadî biserkeve

13:52

JINHA

BEHDÎNAN - Koordînasyona KJK'ê balkişand ser êrîşên ser gelê kurd berdewam dikin û ev bang li gel û jinan kir: "Avakirina têkoşînê tê wateya avakirina berxwedanê. Eger bi vê têgihiştinê em jiyana azad bi xurtî biparêzin, wê faşîzma AKP'ê ji sedî sed winda bike û wê azadî bi ser bikeve!"

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) destnîşan kir, ku Tayyîp Erdogan û dewleta faşîst a AKP'ê ku ji bo hesabên xwe yên desthilatdariya qirêj di hovîtiyê de sînoran nas nakin, êdî ji aliyê her kesî ve tê dîtin, ku bi pêkanînên xwe re ji DAIŞ'ê ne cuda ye. KJK'ê got, "Ev rastiya ku demeke dirêj e ji aliyê tevgera me ya azadiyê ve tê bilêvkirin, herî dawî bi weşandina dîmenên hovîtiyê yên ji Şirnex û Bismilê hatin re, di nava raya giştî ya cîhanê de bêyî şik û guman li ser hebe, derketiye holê. Çeteya AKP'ê ya bi serkêşiya Tayyîp Erdogan, ne tenê xwedî heman zîhniyetê DAIŞ'ê ye, di ehman demê de ji bo şikandina berxwedêriya gelê me, serî li heman rêbazên dij mirovahiyê dide. Di çarçoveya şerê topyekûn ê biryara wê di civîna MGK a Cotmeha 2014'an de hat wergirtin de, piştî komkujiya li Pirsûsê, AKP'ê di destpêkê de li hemberî hêzên me yên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelê me êrîşên hewayî yên berfireh da meşandin, dûre jî di bin navê 'qedexeya derketina derve' de navçeyên Bakurê Kurdistanê bi terora dewletê re dorpêç kir, ji pitik heta extiyaran gelê me qetil kir û piştî ku dît ji van encamê nagire, vê carê dest bi jêkirina serî kir."

'Dema ku AKP'ê encamên dixwest negirt dest bi serjêkirinê kir'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Çawa ku DAIŞ, ji bo bandorê mezin bike dîmenên hovîtiya xwe bi rêya medya civakî diweşîne, bi heman rengî AKP jî dîmenên sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê diweşîne" û ev yek destnîşan kir: "Çeteyên AKP'ê yên ku beriya niha dîmenên bedena tazî ya hevrêya me gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan kişandin û weşandin, herî dawî li Şirnexê serî li heman rêbazî dan û rastiya xwe ya qirêj bi destê xwe careke din teşhîr kirin. Polîsê AKP'ê yê ku bi birîndarî welatparêzê me Haci Lokman Bîrlîk bi dehan guleyan înfaz kirin, cenazeyê wî li pişt panzerê ve girê dan û bi erdê ve kaş kirin. Polîsên ku bi saya AKP'ê ji mirovbûnê derketine bûne nexweşên psîkolojîk, di heman demê de gefê li tevahiya civakê dixwin. Van polîsan bi cenazeyê Bîrlîk re wêne kişandin, dîmenên vî sûcê li dijî mirovahiyê kişandin û weşandin.

Xuyaye Tayyîp Erdogan û dewleta hikûmeta AKP'ê, bi rêbazeke qat bi qat ji rastiya şerê qirêj ê salên 90'î mezintir, hewl didin gelê Kurd teslîm bigirin. Ji bo şikandina berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd ku li pêşiya hesabên wan ên qirêj astengiya herî mezin e, zilmê zêde dike. Halbûkî ev 35 sal in tescîl bûye ku gelê herî berxwedêr ê vê serdemê gelê Kurd ti carî li ber zilmê serî natewîne. Ev rastiya xwe herî dawî di berxwedana Kobanê de careke din nîşanî her kesî da.

AKP jî li şûna ku vê rastiya nayê guhertin qebûl bike, bi israr ji bo hesabên desthilatdariya xwe ya pûç, sûcên nû li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê zêde dike. Plan û projeyên faşîst ên AKP ya ku windahiyên giran ên leşkerî vedişêre û bi rêya çapemeniya ku bêbandor kiriye operasyonê dimeşîne, tevî her tiştî jî bi ser nakevin. Faşîzma AKP'ê ya ku têkçûna xwe ya li pêşberî berxwedana gelê Kurd û rastiya Neteweya Demokratîk a HDP temsîla wê dike hezm nake, weke çare serî li mezinkirina hovîtiyê daye. Mînaka vê ya herî dawî jî duh li Bismilê rû da, ku qetilkirina 4 ciwanên me jî têra wan nekir, rabûn serê mirovekî me jê kirin. Dewleta hikûmeta AKP'ê, ji ber zêdebûna nerazîbûnan daxuyanî da û hewl da vî sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê veşêre. Ji ber ku gelekî baş dizane ku wê bê darizandin û sûcên kiriye wê bêhesap nemîne. Gelekî baş dizane ku wê ti carî dest jê neyê berdan."

'Li hember faşîzma AKP'ê berxwedan'

KJK'ê da xuyakirin, ku di roja îro de rêya pirsîna hesap ji çeteyên AKP û Tayyîp Erdogan, bilindkirina berxwedanê ye, ku hewl didin bişikînin. KJK'ê da zanîn ku berxwedan ne tenê sekna li hemberî êrîşên dewleta faşîst û xweparastinê ye û got, "Xweparastin tê wateya avakirinê. Li dijî faşîzma ku dewlet ferz dike, tê wateya avakirina jiyana azad. Li ser bingeha hêza xwe, birêxistinkirina jiyana xwe, avakirina sîstema xwe, pêşvebirina sîstema xwe ya rewa û li dijî êrîşên dewleta nerewa, parastina xwe ye. Yekane rêya têkbirina AKP a faşîst a biryara şerê topyekûn wergirtiye, li her qadê mezinkirina berxwedanê ye.

Tevî vê yekê divê berxwedana li hemberî faşîzma AKP'ê, bi qasî Bakurê Kurdistanê li Tirkiyeyê jî bê bilindkirin. Têkoşîna li dijî rejîma totalîter û dîktator a ku AKP ferz dike, bi tenê bi sindoqê nabe bê bisînorkirin. Li her qada jiyanê divê li hemberî faşîzma AKP'ê têkoşîn bê dayîn, li dijî şerê qirêj helwest bê nîaşndan, dengê qadên hewl tê bên dagirkirin were bilindkirin, li bajarên Rojava têkoşînek li dijî komkujiyan bê dayîn. Eger li Tirkiyeyê eniyeke demokrasî û azadiyê ya ji deng û rastiya mîlyonan biafire, wê bi awayekî mayînde pêşî li faşîzmê were girtin.

Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê, em bang li hemû jinên baweriya xwe bi projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo anîne dikin, ku li dijî faşîzma AKP'ê bloka demokrasî û azadiyê mezin bikin û ji vê yekê re pêşengiyê bikin. Dem ew dem e ku ji bo serketina têkoşîna me ya dîrokî, mîsyona dîrokî were hilgirtin.

Lewma em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jî jinên Kurd dikin ku li dora vê berxwedana herikîna dîrokê diguherîne bicivin û têkoşîna avakirina jiyana azad mezin bikin. Ji her demê bêhtir îro pêwîstî pê heye ku têkoşîna bi hev re were meşandin. Avakirina têkoşînê tê wateya avakirina berxwedanê. Eger bi vê têgihiştinê em jiyana azad bi xurtî biparêzin, wê faşîzma AKP'ê ji sedî sed winda bike û wê azadî bi ser bikeve!"

(zt)