‘Dayika Mûlkiye bi tilîyên xwe pêşengtiya berxedanê dikir’

17:33

JINHA

ŞIRNEX – Mûlkûye Geçgel a ku di dema dorpêça Cizîrê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê bi hezaran ve li Cizîrê hat oxir kirin. Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yûksel di merasîma cenaze de axîvî û diyar kir ku Dayika Mûlkiye bi tiliyên xwe pêşengtiye berxwedan Cizîrê kiriye.

Mûlkîye Geçgel a ku di dema dorpêça Cizîrê de birîndarbûbû jiyana xwe ji dest da. Mûlkîye ev demek li nexweşxana Dewletê ya Şirnexê dihat derman kirin. Bi mirina Mûlkîye re jimara kesên li Cizîrê hatî qetil kirin gihîşt 22’an. Cenazê Mûlkîye piştî kar û barên otopsiyê anîn Cizîrê. Di ketina Cizîrê de canazê Mûlkîye ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazî kirin. Cenazê Mûlkiye heya goristanê li ser milê jinan hat hilgirtin. Girsa ku posterê Mûlkîye vekirin heyan gorostana Ş. Bêrîvan bi duruşmên “Şehîd namirin” “ Kujer Erdogan” “Tolhildan” meşiyan. Li ber goristanê merasîmek pêk hat û Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yûksel û Mehmet Tunç, Hevşaredarê Cizîrê Kadir Konur, Hevserokê HDP û DBP ‘ê, Endamê MEYA-DER’ê jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.

‘Me hêz ji tîliliyên dayikan girt’

Piştî deqek rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe jidest dane Hevserokê MEYA-DER’ê Mele Qasim Yigît axivî. Mele Qasim sersaxî ji gelê Kurd re xwest û diyar kir ku hevserê Mûlkiye jî bi aweyekî failên wan ne diyar hatibû qetilkirin û Mûlkiye 24 salbû li failên xwe digeriya. Mele Qasim desnişan kir ku hebûna wan li ser keda şêhîda ne û wiha axivî: "Kesên hêz dan me tîlîliyên dayikan bûn. Dayikan di qadan her cesarat da me. Ez bi minasebeta salvegera Arîn Mîrxan carakadin coşa hemû dayikan silav dikim.”

‘Dayika Wesîle 24 sala li qadan têkoşiya’

Piştî Mele Qasim Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yûksel axivî. Asya got ku êşek giran ketiye dilê jina kurd û wiha behsa dayika Mûlkiye kir: "Dayika Mûlkiye ev 24 salbûn li qada bû û bi kedek mezin 6 zarokê xwe mezin kir. Dayika Mûlkiye bi tîliyên xwe bersiv da dijmin û ew jî wek hevserê xwe tevlî karwanê şêhîdan bû."

Piştî Asya dayika Mûlkîye Wesile Taşkin axivî û Serokomar Recep Tayip Erdogan berpirsiyarê van qetlîma dît û wiha got: "Erdogan tu dibêy ez mezinê dewleta me ma meznatî bi vî awayî ye. Ewê aqubeta Sedam bi serê te were. Neçe ser masa nekene şîna van qetliman bike.”

(ma-aı/zt)