Li hemberî JINHA yê astengiya ewşanê

11:31

JINHA

AMED - Ji aliyê TİB'ê ve ajansa me JINHA bi hincentên biriyara tedbîra îdarî hatiye astengkirin.

Ji aliyê Serokatiya Ragihandina Telekomunikasyonê (TÎB) ê ve navnîşana ajansa me jinha.com.tr. hat asteng kirin. Daxuyaniya ji aliyê TÎB'ê ve hatî dayîn wiha ye; "Dema ku qanuna 5651 em şiyar kirin, me jî lêkolînên teknîkî û hiquqî dan despêkirin. Di encamê de Serokatiya Ragihandina Telekomunikasyonê di derbarê sîta înternetê ya (jinha.com.tr) de di dîroka 07/10/2015'an de û li gorî qanûna 490.05.01.237719'an bi hincetên tedbîrên îdarî girtin."

Ajansa nuçeyan a jinan berî 4 salan bi duruşma 'mêr çî dibêjin bila bêjin bê fikirîn em dinivîsin' ketiye rê. Li hemberî senaryoya hişmendiya deshilatdar 'dewlet çî bêje bila bêje bê fikirîn em dinivîsin' emê nivîsîna heqîqetê berdewam bikin. Emê bi navnîşana xwe ya nû xwe bigihînin aboneyên xwe.

(zt)