Emine Omer: Serketin gelek nêze, berxwedanê berdewam kin

11:32

Zêrîn Kurtay -Rûksen Efrîn/JINHA

QAMIŞLO - Endama Desteya Jinan a Kantona Cizîrê diyar kir ku li Rojava DAIŞ li Tirkiyê AKP bi heman hişmendiyê êrîşî gelê kurd dikin. Emine da zanîn ku ev hêz hemû li hemberî gelê kurd şikestine û peyama nêzbûna serketinê da.

Endama Desteya Jinan a Kantona Cizîrê hişmendiya êrîş û qirkirinên li Rojava DAIŞ li Tirkiyê AKP li ser gelê kurd dikin nirxand. Emine destnşan kir ku di oxira îktidara AKP'ê ya hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dixwazin bi êrîşan vîna gelê kurd bişkênin. Emine anî ziman ku li hember êrîş û qirkirinan gelê kurd berxwedanek dîrokî daye meşandin û got: "Hikumeta AKP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de vîna gel nepejirandin. Di konsepta şerê dayî despêkirin de bêyî jin, zarok, pîr û kalan li ber çavan bigirin êrîşî ser her kesê dikin û bi hovane qetildikin."

'DAIŞ û AKP berhemên heman hişmendiyê ne'

Emine bilêv kir ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de AKP bi tirsa binketinê bi hovane êrîş dike û wiha domand: "Çawan ku gelê kurd di 7'ê Hezîranê de Erdogan nekirin serok, dê di 1'ê Mijdarê de jî dema 400 parlementer negirt bi heman şêweyî bikeve. Sedemek ên êrîşên AKP'ê ser gelê kurd jî destekdayîna DAIŞ'ê ye. Li Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Bismil û gelek deverên dinê bi hovane êrîşî ser kurdan dikin. Li Rojava jî çeteyên DAIŞ'ê bi heman awayî êrîş dikin. Ruyê dinê yê çeteyên DAIŞ'ê AKP li Tirkiyê nîşandide. Kirinên AKP li Tirkiyê dikin ji kirinên DAIŞ li Rojava dikin cuda nîne."

'Dewletê ji bo gel mirin rewa dîtiye'

Emine wiha qala berxwedana gelê kurd a destanî jî kir; "Li hember bêmafiya deshilatiyê her demê gelê kurd serî hildaye û li ber xwe daye. Tenê ne gelê kurd, siyasetmendar, demokrat, aştîxwaz û jin tevlî tekoşîna li hemberî zilmê dibin. Dewlet ji bo gelê kurd ji mirinê zêdetir tiştekê rewa nabîne. Ji bo wê jî divê gelê kurd xweseriya xwe ya demokratîk jîndarbike û ji bo wê jî heya dawiyê li ber xwe bide.

Di dawiyê de Emine peyama nêzbûna serketinê da û got; "Berxwedanê berdewam bikin."

(zt)