Arzu Çerkezoglu: Em ji gelê Cizîrê hêz digrin

12:00

JINHA

ŞIRNEX – Heyatên ku ji komisyona DİSK’ê ya jinan pêk dihat bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana gelê Cizîrê hatin Cizirê. Li ser navê heyetê Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu axivî û diyar kir ku dema tên Cizîrê ji berxwedana vê derê hêz digrin û bi hêvî li pêşerojê dinêrin.

Ziyaretkirinên Cizîrê dewam dikin. Heyta ku ji Komisyona DİSK’ê ya jinan pêk dihat Cizîrê ziyaret kir. Jinên ku ji Enqerê û ji Sitenbolê hatin li Cizîrê hatin cem hev û li gelê Cizîrê gûhdar kirin. Hevseroka Meclîsa Demokratik a Gel Asya Yûksel heyetê pêşwazî kir û tevî aktivistên KJA’yê bi heyetê re li kolênê taxa Nûr gerîyan. Jinan li taxa Nûrê daxuyaniyek da. Li ser navê jinan Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu axivî.

‘Ev şer tolhildana 7’ê Heziranê ye’

Arzu desnişan kir ku ew li hember polîtiqayên şer têkoşîn û ji vê bûnê hatine Cizîrê. Arzu diyar ku ew bi armanca piştgiriyê bidin gelê Cizîrê hatine û wiha got: "Diktadorê ku encamê 7’ê Heziranê hezim nekirin. Li hember hemû gelên Tirkiyê şer ilan kirin.” Arzu balkişand ser konsepta şer a ku piştî bûyera Pirsusê hatî îlan kirin û ev tişt got: "Me ji ber van polîtiqayan berdêlên giran da. Li Cizîrê jî şerek tund hat meşandin û tiştên me li vir dît diştek derveyî mirovatiyê ye.”

‘Emê vê qîrîna aşitiyê li çar perçê Tirkiyê belav bikin’

Arzu desnişan kir ku gelê Cizîrê serî li hember êrîşan ne tewandiye û wiha dewam kir: "Dema em ji rojavayê Tirkiyê tên em coşa û berxwedana gelê Kurd dibînin û em bi hêvî li pêşerojê dinêrin.” Arzu got ku ew weke kesên ku aşîtî û demokrasiya gelan di parêzin pişgiriya berxwedana Cizîrê dikin û wiha dewam kir: "Peywira me ew ku em vê qîrina aşitiyê li çar perçê Tirkiyê belav bikin."

Arzu herî dawî da zanin ku wê di 10’ê Cotmehê de li Enqerê mîtingek pêk bînin û banga tevlîbûnê li hemû jinan kir.

Piştî daxuyaniyê jinan durişmên “Jin jiyan azadî” berz kirin û daxuyanî bi çepik û tîlîyan bi dawî bû.

(ma/zt)