Jinên Wanê: 9'ê Cotmehê ji bo me roja reş e
12:02
JINHA
WAN - Jinên Wanê 17'emîn salvegera Komploya Navnetewiya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tund şermezar kirin û diyar kir ku 9'ê Cotmehê ji bo wan roja reş e û wek roja reş di dîrokê de cihê xwe girtiye.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de bi komployek navneteweyî ji Suriyeyê hat derxistin û radestî dewlata tirk hat kirin. Rêberê PKK'ê Abdullaha Ocalan ev 17 sal e ku li girtîgeha greva Îmraliyê dibin şert û mercên giran de ji bo azadiya gelê bindest dibin tecrîta giran de têdikoşe. Jinên Wanê Komloya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê ya ser Rêveberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tund şermezar kirin.
'Êdî bes e, em Serokê xwe dixwazin'
Jina bi navê Xerîp Erînç (60) komloya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got ku ew wek jinên kurd heya dawiyê li pey Rêberê xwe ne û ev tişt anî ziman: "Ev 17 sal e ku serokê me dibin şert û mercên giran de tê girtin. Armanca dewleta tirk ewe ku di şehsê kesayeta Rêber Apo de hemû gelê kurd dîl bigire. Lê bila di serî de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û hemû Komara Tirkiyê baş bizane ku gelê kurd li hember zilmê bi Rêberê xwe re ye û heya dawiyê ji bo azadiyê dê têbikoşe. Lewra em bang li Erdogan dikin ku bila demîldest Rêberê me azad berde. Êdî bes e, em Rêberê xwe di nav xwe de dixwazin bibînin."
'Bila gelê kurd xwedî li Rêberê xwe derkeve'
Jina bi navê Zerê Acar jî komloya 9'ê Cotmehê bi tund şermezar kir û got ku weke gelê kurd tu carî komployê ji bîr nakin û dê her tim şermezar bikin. Zerê bal kişand ser tecrîta giran ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û ev tişt got: "Rêberê me bi sala e li Greva Îmraliyê tê girtin. Lewra 9'ê Cotmehê ji bo me roja reş e û wek roja reş di dîrokê de cihê girt. Bi salan e Rêberê me di bin tecrîtê de ye, tu parezerên wî nikarin pê re hevdîtinê pêk binin. Tu agahiya me ji Rêberê me tune ye, em ji jiyan û rewşa wî bi fîkar in. Ez bang li hemû gelê kurd dikim bila rabin ser piyan û xwedî li Rêberê xwe dekevin."
'Komploya li ser Rêber Apo, komploya li ser hemû kurdan e'
Jina ciwan Alev Taş jî komploya 9'ê Cotmehê wiha nirxand: "Komploya di 9'ê Cotmehê de ser Rêber Apo hat kirin di rastiya xwe de li ser hemû gelê kurd hatiye kirin. Rêber Apo serokê gelek û netewekê ye. Bi girtina Rêber Apo xwestin gelê kurd tune bikin. Lê ev tu carî daxwaza me ya azadiyê teng ne kir û em weke gelê kurd zêdetir ji bo azadiyê têkoşiyan. Her çiqas Serokê me di bin tecrîtekî girande bê girtin jî vîna me ya ji bo azadiyê ne hatiyê şikandin. Ji ber ku Serokê me ji bo azadiya me ked daye, em heya dawiyê li pey pradîkmaya Rêberê xwe ne."
Jina bi navê Jiyan Aşan jî komloya 9'ê Cotmehê lanet kir û wiha got: "Di têkoşîna azadiya gelê kurd de azadiya jinê gelek girind e. Lewra Serok Apo gelek nirx dida jinê. Hemû dewlet baş dizanin ku eger jin azad bibin dê cîhan ji desthîlatdariyê azad bibe. Ji ber vê yekê dixwestin di kesayetiya Rêber Apo de vîna jinê jî dil bigirin û bêhêz bikin. Bila baş bê zanin ku hêza jinê bi komployê ne hat şikandin. Berovajiyî wê jin bihêztir bû û ji bo azadiyê li kolanan in."
(ho/zt)