Dibistana Ferzad Kemanger li hember zoriyan di sala duyemîn de ye
12:06
Tekoşin Tekin/JINHA
AMED - Di sala derbasbûyî de li gel hemû polîtîkayên astengî û bişaftina ziman Dibistana Ferzad Kemanger hat vekirin, sala duyemîn bi kelecanek mezin despêkir. Ji berpirsên dibistanê mamosta Muazzez Filiz diyar kir ku dibistana kurdî xeyala sed salêye û ewê vî xeyalî bidin jiyîn.
Dibistana Ferzad Kemanger ji bo dayîna perwerda kurdî li navçeya Rezan a Amedê di 15'ê Îlona sala derbazbûyî de li gel hemû astengiyan jî hat vekirin. Li gel zarok di hindir de bûn jî bi dehan caran polîsan ser dibistanê de girtin û bi dehan caran muhur li deriyê wê xistin. Piştî êrîşan gelê Amedê li dibistanê xwedî derketin û dibistana bi dehan caran hatî muhurkirin ji aliyê gel ve carekdinê hat vekirin. Ji bo dayîna perwerda kurdî Dibistana Ferzad Kemanger îsal di sala duyemî de bi 200 xwendekaran dest bi perwerdê dike. Muazzez Filiz a ku di Dibistana Ferzad Kemanger de hem berpirsiyariyê digire û hem jî mamostatiyê dike da zanîn ku eleqeyek mezin a malbat û zarokan li hember dibistanê heye û ji bo qeyîdên dibistanê zarokên derengmane jî dema qeyîdan dirêj kirine.
'Dibistana kurdî xeyalê sed salê ye'
Muazzez bilêv kir ku 93 xwendekarên salabûrî li dibistanê xwendine, bi serketî derbazbûne û wiha domand: "Zarokên ku sala borî dest bi perwerdê kirine îsal pola duyemîn dixwînin. Ji bo dibistana dayîkê îsal 100 zarokan serlêdan kirin. Dibisana me ji 9 polan pêktê. Dema ku ji bo zaravayê dumilî serlêdan hebin em dikarin ji bo wê polan cuda bikin. Dema ku dibistana kurdî vebû malbat û zarok gelek şanazbûn. Dibistanên kurdî xeyalên sed salê ne, em van xeyalan dikin rastî. Li gel zarokan em jî bi kelecan dibin. Kelecana ku em bi wan re dibînin ne kême. Hem li gel me û hem jî di dibistanên dinê yên kurdî de qeyîd berdewam dikin. Ji temenê 6-7 salî şun de em zarokan digirin. Bila malbat zarokên xwe bînin ku zarok zimanê dayîka xwe hîn bibin."
'Dibê her kes zarokên xwe bişînin dibistana kurdî'
Ji jinên ku zarokên xwe dişînin dibistana kurdî Gulistan Bulut ji bo ku zimanê dayîkê û çand neyê windakirin divê her kes zarokên xwe bişînin dibistana kurdî û wiha berdewam kir: "Me bi zimanê dayîka xwe perwerde nedît, qet mafek wiha nedan me. Min jî gelek dixwest lê min perwerde bi zimanê dayîka xwe nedît, lê ez dixwazim zarokên min bibînin. Ez naxwazim zarokên min jî heman poşmaniyê jiyan bikin, ji bo wê jî ezê zarokên xwe bişînim dibistana kurdî. Zarokên min bi zimanê dayîka xwe perwerdê dibînin, ji vê birometir tiştek nîne."
'Ji bo perwerda kurdî pêdivî bi hîn zêdetir dibistanan heye'
ji jinan Emine Oztekin jî diyar kir ku divê li gel zêdebûna xwendekarên perwerda kurdî dibistan jî bên zêdekirin û wiha dom kir: "Ji bo ku zarokên me bi kurdî perwerdê bibînin divê dibistanên kurdî bên zêdekirin. Divê li hemû navendên Kurdistanê teqez dibistanên me hebin. Divê zarokên me di dibistanên tirkan de nexwînin û ji bo dewleta dijminiya kurdan dikin xizmetê nekin. Emê zarokên xwe nekin qurbanê pergala dewletê. Dê zarokên min bi zimanê xwe perwerdê bibînin û ji bo gelê xwe xizmetê bikin."
(zt)