Cenaze li Meletiyê tên sekinandin
14:16
JINHA
MELETÎ - Ji 4 ciwanên di dema "qedexeya derketina derve" de li navçeya Amed Bismilê hat qetilkirin cenazeyê Bîlal Bozkir ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. Malbatên 3 ciwanên din jî, ji ber ku cenaze di rewşeke welê de bûn ku nikarin teşhîs bikin, ji bo testa DNA mînak dan û ji Meletiyê vegeriyan.
18 cenazeyên din hene
Tevî cenazeyên ciwanan hîna 18 cenazeyên tê gotin ê gerîlayên HPG'ê ne, li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û konê di nava Goristana Meletiyê de tên sekinandin. Tevî cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên di şerê 24'ê Îlonê yê li Elkê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên gerîlayên li herêmên cuda jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî meheke li wir in, hînê tên ragirtin. Ji ber ku îşkence li piraniya cenazeyan hatiye kirin, cenaze nayên teşhîskirin. Malbat li benda encamên testa DNA ne.
(rc)