Bi keda jinan fabrîkeya Înana ya konserve vebû

14:21

JINHA

TIRBESPIYÊ - Bi sponseriya Desteya Jinan a Kantona Cizîrê li bajarê Tirbespiyê fabrîkeyeke kansirwa bi merasîmekê hate vekirin.

Di çarçoveya kar û xebatên pêşxistina aboriya civakî de, bi sponseriya Desteya Jinan a Kantona Cizîrê, li bajarê Tirbespiyê fabrîkeyeke kansirwa bi navê “Înana” bi merasîmekê hate vekirin. Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl û bi dehan welatiyên herêmê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Seroka Desteya Jinan Emîne Omer, Hevseroka Meclîsa Zangonsaz Elîzabêt Gewriyê, Cîgira Hevserokên Kantona Cizîrê Nadiye Yûsif û Rêvebera Yekîtiya Star Nehîme Hesen axivîn û vekirina fabrîkeyê li hemû welatiyan û bi taybet li jinên herêmê pîroz kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku ev proje û destkeftiyên li Rojava bi saya fedekariya têkoşeran pêk hatine. Her wiha bang li hemû jinan kirin ku hevgirtina xwe xurt bikin û rola xwe di hemû aliyên civakê de çalak bikin û aboriya xwe geş bikin. Axaftvanan gotin ku ew bejna xwe li hemberî rihê hemû têkoşerên riya azadiyê ditewînin. Piştre deriyê fabrîkeyê ji aliyê Seroka Desteya Jinan Emîne Omer ve hate vekirin.

Hêjayî gotinê ye, fabrîkeya Înana bi taybet ya kansirwa ye.

(rc)