Jinên Kobanê perwerdeya parastina cewherî bi dawî kir
14:32
JINHA
KOBANÊ - Dewreya perwerdeyê ya bikaranîna çekan a ku bi hevkariya Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê û Hêzên Parastina Cewherî hatibû despêkirin bi dawî bû.
Bi armanca jin xwe û taxên xwe ji êrîşan biparêzin Rêxistina Yekîtiya Star bi hevkariya Hêzên Parastina Cewherî li taxa Şehîd xebat a Kobanê bi beşdariya dehan jinan dewreyeke bikaranîna çekan organîze kiribû. Perwerde piştî waneya teorî bi waneya pratîk dawî li perwerdeya xwe anîn. Jinên ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku pêwîste hemû jin beşdarî dewreyên bi vî awayî bibin.
Wê perwerdekirina jinan ji aliyê Hêzên Parastina Cewherî ve heta ku jinên hemû taxan bajêr têne perwerdekirin bidome.
(rc)