Di encama teqînê de li Rezanê agir derket
16:35
JINHA
AMED - Li navçeya Rezan a Amedê polîsan teqemenî avêtine avahiyê û di encamê de agir derket. Hat îdîa kirin ku mirî û birîndar hene.
Li taxa Sakarya a navça Rezan ya Amedê polîsên teqemenî avêtine avahiyek û di encamê de agir derket. Li ser bûyerê welatiyan agahî dan ekîbên îtfayê. Lê ji ber astengiya polîsan ekîbên îtfayê nekarîn bikevin taxê û mudaxele bikin. Hat diyar kirin ku polîsan piştî sergirtina malan agir bi avahiyê xistiye. Her wiha hat zanîn ku polîsan 4 welatî girtin binçavan. Welatiyên li cihê buyerê diyar kirin ku kesek jiyana xwe ji dest daye û birîndar jî hene.
Polîs nahêlin kes nêzî avahiye bibe.
(ha/rc)