Jinên Rojava komplo navnetewî şermezar kirin
20:08
JINHA
ROJAVA - Wexfa Jina Azad ya Rojava, Mala Jinê Qamişlo û jinên Şaredariya Dirbêsiyê bi daxuyaniyên cûda komploya 9'ê cotmehê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî despêkirin şermazarkirin.
QAMIŞLO
Bi boneya şermezarkirina 17'emîn salvegera Komploya Navnetewî ya ku li hember Rêberê Abdullah Ocalan hatî lidarxistin ji aliyê Wexfa Jina Azad ya Rojavayê Kurdistanê, Mala Jinê ya taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo û endamên jin yê Şaredariya bajarê Dirbêspiyê daxuyaniyên cûda hat şermezar kirin. Wexfa Jina Azad ya Rojavayê Kurdistanê û Mala Jinê ya taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo bi daxuyanekê hevbeş bi beşdariya dehan jin li pêşiya navenda Wexfê daxuyaniyek dan. Daxuyan jî aliyê Rêvebera Mala Jinê ya taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo Henîfe Mihemed ve hate xwendin.
Henîfa di daxuyaniyê de wiha got: "Gelê kurd di demeke giring re derbas dibe. Deshilatdarên hêzên tari yên ku ji rewşa heyî sûd digirin taybet dewletên ku Kurdistan dagir kirine yên weke Tirkiyê ku AKP temsîla wê dike hemû kiryarên dijî mirovane li dijî gelê kurd yên li Bakûrê Kurdistanê pêk tîne. Her wiha kiryarên dijî exlaqî li ser cenazeyên ciwanên kurd yên Bakûrê Kurdistanê yên weke Ekîn Wan pêk tînin. Em weke jin di 17'emîn salvegera komploya navnetewî ya ji aliyê isxitbarên hêzên tarî ya li hemberî Rêberê me pêk anî şermezar dikin. Armanca radestkirina Rêberê Apo ji bo dewla tirk ew bû ku sînorekî ji îdeolojiya civakî re dane ya ku armanca wê avakirina kesayetek azad û netewa demokratîk di Rojhilata navîn de sînordar bikin. Lê hemû plan û projeyên wan bi sekna Rêber Apo û sîstema neweta demoraktîk vale derket."
Henîfe destnîşan kirin komplo vale hatiye derxistin û wiha domand: "Em ê li gel Rêber Apo, hêzên YPG/YPJ'ê, asayîş, HPC heya serkeftina Kurdistanê û azadkirina Rêbertiyê tekoşîna xwe bidomînin."
DIRBÊSIYÊ
Jinên şaredariya bajarê Dirbêsiyê jî bi daxuyanîyek komploya 9'ê cotmehê şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya navenda şaredariyê ji aliyê Hevşaredara Dirbêsiyê Mûna Ehmed ve hate xwendin. Mûna got ku komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, weke rojek reş ketiye diroka gelê kurd û wiha pêde çû: "Xwestin ku bi vê komployê şoreşa gelê kurd weke şoreşên kevîn têkbibin lê bi ser neketin. Ji ber ev şoreş û felsefa Rêberî Apo li hemû Kurdistanê belav bûye. Bi berxwedan û têkoşîna xwe gelê kurd ev komploya vale derxistiye. Emê weke jin heya dawiyê ji bo rizgarkirin Rêber APO û belavkirina felsefeya wî têkoşin bikin."
Daxuyanî bi duruşmên weke "Em ê heya rizgarkirina Rêber Apo berxwedaniyê bidomînin û Azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd e." bidawîbû.
(re-rê/zt)