Yekîtiya Star: Projeya netewa demokratîk komplo têkbir

20:16

JINHA

ROJAVA - Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star bi daxuyaniyek nivîskî 17'emîn komploya 9'ê Cotmehê ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî pêkanîn şermezar kir.

Bi boneya 17'emîn salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî lidarxistin Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star daxuyaniyek nivîskî weşand û komplo şermezar kir. Daxuyanî wihaye: "Derixstina Rêberê Apo ji Suriye û Rojhilata Navîn weke pêvajoyeke nû bû. Armanc ew bû Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibin û doza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ku Ocalan ji bo çareserkirina wan gelek hewldan dikirin, binpê bikin. Hêzên Emperayalîst di sala 1992'an de hewl dan ku bi rêya şerê dewletên Kendavê, cihê xwe li Iraqê çêbikin û ji wir ve tevahiya Rojhilata Navîn dagir bikin. Heman hêzan Rêber Apo radestî dewleta tirk kirin, ev yek weke topek agir avêtin nava Tirkiyê."

Yekîtiya Star daxuyakirin ku komplo tenê li vir nesekinî hemû hikûmetên hatîne ser deshilatdariya Tirkiyê û herî dawî AKP, kiryarên xwe yên li djiî tevgera Kurd dewam kiriye û tu caran siyasetên xwe ranewestandiye û wiha berdewam kir: "AKP'ê di şoreşên buhara gelan de dîsa ev komplo dewam kiriye û ev herêm kir cihê bazara hêzên navnetewî ku Suriye wekî navendeke statejîk dibînin. Bêyî azadiya Ocalan em nagihêjin rêya çareseriyê û em bang li tevahiya gelên herêmê di serî de li jinan dikin ku di aliyê pratîkê de piştgiriya projeya Ocalan bikin û asta tekoşîna xwe bilind bikin da ku hemû gelên azadxwaz bigihêjin armancên xwe."

(rê/zt)