'Hêza îktidarê li hember hêz û vîna Rêbertiya me şikest'
09:51
Rabîa Êto /JINHA
QAMIŞLO - Bi armanca salvegera komploya navnetewî ya 9'ê Cotmehê a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêveberiya Meclîsa Taxa Hilêliyê Şemsîxan Gûlo, "Armanca komploya 9'ê Cotmehê şikandina vîn û berxwedana gelê Kurd bû."
Bi armanca rasthatina salvegera komploya navnetewî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a ku li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî pêşxistin, Rêveberiya Meclîsa Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê Şemsîxan Gûlo nirxandin kir. Şemsîxan diyar kir ku, komploya ku li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî bi destê welatên navnetewî û bi hevpeymanek netewî hatî kirin û wiha got: "Armanca komploya 9'ê Cotmehê vîn û berxwedana gelê Kurd şikandin bû."
'Rêberê me rêberê heqîqetê ye'
Şemsîxan bertekê xwe li hember welatên navnetewî anî ziman û wiha got: "Em komploya 9'ê Cotmehê a li hember Rêberê me hatî kirin bi tundî şermezar dikin. Armanca welatên navnetewî bi komploya 9'ê Cotmehê têkoşîna azadiyê belav bike. Gelê Kurd bi heqîqeta ku rêber Apo nîşan daye hişyar bûn, tu hêz nikare vê gerdûna manevî ji holê rake. Rêber Apo bi kedê xwe cihê xwe di dilê milyonan de avakir. Rêberê me rêberê heqîqetê û netewane. Dijmin ji hêzê rêberê me tirsiya û ji ber vê yekê dest bi rêbazên qirêj ên komployê kir."
'Di şert û mercên zehmet de jiyanek nû avakir'
Şemsîxan destnîşan kir ku hêzên desthilatdar li hember vîn û hêza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têk çûye û wiha got: "Rêberê me di şert û mercên giran a tecrîdê de bi salan tê girtin. Hewldan bi tecrîd û kiryarên xwe vîna gel bifetsînin. Lê Rêberê me di dilê xwede evîna bi milyonan hildaye dijmin vê hêza manevî nasnake. Ji ber vê Rêberê me di nava şert û mercên zehmet de jiyanek nû avakir. Li hember pergala dewletê, pergala xweseriya demokratîk ji bo gelan pêş xist. Hemû gelên bindest vê pergalê dipejrînin û ji bo vê têkoşîn didin."
'Berxwedana Rêbertî di cîhanê de deng veda'
Şemsîxan da zanîn ku Rêberê PKK'ê bi têkoşîna xwe a li hember desthilatdariyê komployê vala derxistiye û wiha got: "Berxwedan û têkoşîna Rêberê me di cîhanê de deng veda. Tevahî gelê Rojhilata Navîn di bin felsefe û ramanê Rêber Apo de li hev dicive. Xweseriya Demokratîk ji bo tevahî gelê Rojhilata Navîn bû modela jiyana nû, ji ber vê yekê têkoşîn û berxwedana gel dê bi avakirina pergala xweseriya demokratîk re bi sed salan bijî. Dibe ku Rêberê me di nava şert û mercên zehmet yê Îmraliyê de tê girtin, lê em bi ramanê rêberê xwe xwedî dibin û li hember hemû êrîşan têkoşîna xwe bilind dikin."
(rc)