Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagcî hat binçavkirin
12:34
Cotmeh
9
/ 2015
JINHA
WAN - Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci û Alîkarê Hevşaredaran Okan Bayram piştî binçavkirinê hatin girtin.
Hevşaredara navçeya Wan Qelqeliyê Handan Bagci, Alîkarê Hevşaredaran Okan Bayram û endamê meclîsê Kasim Hazir bi hinceta ku der barê wan de biryara girtinê heye, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Mudiriyeta Emniyeta Wanê Handan, Okan û Kasim hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F ya Wanê. Lêgerîna polîsan a li Şaredairyê jî dewam dike.
(rc)