Li Silopiya yê qedexeya derketina kolana rabû

12:37

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiya yê biryara qedexekirina derketina kolanan rabû.

Walîtiya Şirnexê 2 roj berê li 8 taxên navçeya Silopî ya Şirnexê "qedexekirina derketina kolanan" îlan kiribû. Piştî qedexekirina kolanan hatibû îlankirin bi dehan wesayitên zirxî 8 tax dorpêç kiribûn û êrîşî welatiyan dikirin. Ji bo qedexeya derketina kolanan rabe welatî daketin kolanan û dest bi çalakiyê protestoyê kirin. Qedexeya derketina kolanan hat darkirin.

(ha/zt)