Li Antalya yê 11 xwendekar hatin girtin

17:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Antalya yê di encama serdagirtina malan de 19 xwendekarên HDP'î hatibûn binaçvkirin û piştî kar û barê wan ê li midûriyeta polîsan qediya di bin dorpêça hêzên çevîk de ew anîn edliyeyê. 11 xwendewan hatin girtin.

Li Antalya yê roja 5'ê cotmehê di encama serdagirtina malan de 19 xwendekarên HDP'î hatibûn binaçvkirin û piştî kar û barê wan ê li midûriyeta polîsan qediya di bin dorpêça hêzên çevîk de ew anîn edliyeyê. Xizmên xwendekaran hatin ber edliyeyê bênavber dirûşmên "Em ji girtin û binçackirinê natirsin" û "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" berz kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê 8 xwendekar serbest hatin berdan û 11 xwendekar jî bi daxwaza girtinê şand dadgehê. Dadgehê jî bi hincetên ""endamên rêxistinê ne" û "propagandaya rêxistinê kirine" biryara girtinê da û ew birin Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê.

Xwendekarên hatin girtin navê wan wiha ye: "Harun Irmak, Mizgîn Ozer, Ramazan Memîş, Rezan Cengîz, Ugur Devran Oner, Şakir Taş, Emîne Parlayan, Firat Goktepe, Hakan Şîmşek, Mehmet Hadî Bayhan, Suleyman Keskin."

(ha/zt)