Li Colemêrgê Komplo bi meşekê hat şermezar kirin
17:25
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji bo şermezarkirina komployê meşek hat lidarxistin.
Bi boneya şermezarkirina komployê li Colemêrgê meşek hat lidarxisitin. Parlementerên HDP'ê Abdullah Zeydan, Nihat Akdogan, Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz, hevserokên HDP, DBP, Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên KJA yê jî dinavê de gelek welatî beşdarî meşê bûn. Meşê ji ber avahiya DBP'ê ya Colemêrgê despêkir. Di meşê de ''Komploya navnetewi ya li ser Rêberê me û hemû gelê kurd em şermezar dikin" hat vekirin. Di meşê de duruşmên weke "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabê hatin birêzkirin" hatin bilind kirin. Meş li ber Şaredariya Colemêrgê bidawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyana kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidestdane Parlementerê HDP'ê yê Golemêrgê Nihat Akdogan axivî.
(zyd/zt)