Li Kerboranê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin

08:54

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Kerboran a Mêrdînê qedexeya kolanan hat îlankirin. Di hoparloyên mizgeftan de anons hatin kirin û qedexeya kolanan serê sibê seat di 07.00'an de dest pê kir. Bi qedeyê gelek wesayîtên Ford Ranger ên ku tîmên înfazê bikartînin sewqî navçeyê hatin kirin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê seat di 07.00'an de qedexeya kolanan hat îlankirin. Daxuyaniya Qeymeqamtiya Kerboranê ya têkildarî qedexeyê de wiha ye: "Ji bo parastina cemaweriyê, pêşî li girtina sûc kirinê, azadi û mafê welatiyan parastinê, madeyên teqemeniyê bên girtin û bên teqadnin biryara qedexeya derketina kolanan hatiye giritn."

Tîmên înfazê li navçeyê ne

Piştî qedexeyê gelek wesayîtên leşkerî yên zirxî sewqî navçeyê hatin kirin û gelek wesayîtên bi marqeya Ford Ranger 4x4 ên tîmên înfazê bikartînin ên bêplaqe digerin.

(rc)