Nexweşxaneya Halepçe ji bêxwedî hindik maye hilweşe

09:49

Newroz Dijwar/JINHA

HALEPÇE - Jinên bijîşk dan zanîn ku nexweşxaneya 85 sal ya bajêr ji ber bêxwedîkirinê hindik maye hilweşe û bê xemiya hikûmetê ya li hember nexweşxaneya gel rexnekirin.

Li bajarê Halepçe ya Herêma Federala Kurdistanê nexweşxaneya ku di sala 1929'an de hatî çêkirin ji ber bêxwedî hindik maye hilweşe. Nexweşxaneya ku 30 personelên tenduristî lê dixebitin, pêdiviya wan bi bijîşkên jin û zarokan heye. Bijîşka ku 28 sale li nexweşxanê dixebite Vahîde Emîn Salîh da zanîn ku nexweşên ku tên nexweşxanê li ser piya dimînin cihek ku lê rûnin jî nîne û wiha got: "Ji bo nexweşxanê pêdiviyê me bi gelek tiştan heye. Nexweşxane li cihek gelek kevine. Divê ev nexweşxane di serî de were çêkirin ango nexweşxane neqlî avahiyek din bê kirin."

Vahîde diyar kir ku cihên ku xizmeta tenduristiyê bê kirin di nava derfetên netendurist de xizmet dayîn dervî aqilê mirovahiyê ye û wiha domkir: "Her wiha pêdiviyên me bi bijîşkên pispor jî heye." Vahîde her wiha diyar kir ku divê hikûmetê herêmî daxwezê wan bi cih bîne.

'Nexweşxane hindik maye hilweşe divê hikûmet dengê me bibihîsê'

Bijîşka nexweşiyên zarokan Esmer Mîrza Nadîr bal kişand ser şert û mercê nexweşxanê û wiha got: "Li Halepçeyê jin û zarok herî zêde tên vê nexweşxanê. Şert û mercê nexweşxanê gelek xirabe. Ji xwe hindik maye hilweşe. Nexweşên ku tên neçar dimînin ser piyan rawestin. Em qontrola zarokan li ser masê dikin. Cihê ku lê nexweş werin razandin nîne. Divê hikûmet dengê me bibihîse. An bila şert û mercê nexweşxanê bê sererast kirin an divê nexweşxane neqlî cihek din bikin ku em xizmetek baş ji bo gel bikin."

(rc)