Nazli Masatçi: Îktîdar jinan ji kolan û qadan dikişîne

11:37

Handan Tufan / JINHA

ÎZMÎR - Lîstîkvana Femînîst a şanoyê Nazli Masatçi yek ji namzedên HDP'ê yên rengîne. Nazli diyar kir wê wekî jinek hunermend têkoşîna jinê daye meşandin û wiha got: "Îktidar jinan ji qadan, kolanan durdixe û dixwaze ji ser dikan bîne xwarê. Ji ber wê têkoşîna jinan pir girîng e."

Namzeda HDP'ê ya Îzmîrê Nazli Masatçi jinek femînîst û lîstîkvana şanoyê ye. Nazli di sala 1987'an de li Denîzlî yê hatiye dinê û piraniya jiyana wê li Denîzliyê derbas bûye. Nazli dinava avakarên Şanoya Yenî Kapiya ku ev 10 sal in li Îzmîrê şanogeriya şoreşgerî dike cihê xwe digire. Nazli derbarê şano û namzediya xwe de axivî. Nazli ya ku berê çendekê bû hedefa çapemeniya alîgir baldikişîne ser têkoşîn û şanoyê.

Nazli anî ziman ku wan li ser derdekê dest bi şanoyê kirine, bi vî derdî re dest bi şanoya kolana kirine û wiha got: "Êdî me dest bi şanoya kolan kir û em derketin. Şanoya Yenî Kapi bi awayekî lez xwe pêş xist. Me gelek caran binçavkirin. Di sala 2012'an de ji ber min di lîstika Gogol Palto ya ku li ser reda wijdanî bû der barê min de bi hinceta 'tu gel ji leşkeriyê sar dikî' doz hat vekirin."

Nazli bi lêv kir teklîfa HDP'ê ya ji bo namzediyê wekî jinek û hunermendek wê gelek kefyxweş kiriye û wiha pêde çû: "Ji bo min HDP gelek girîng e, ji samîmiyeta wan bawer dikim. Di nava HDP'ê de cih girtin ji bo min cihê rûmetê ye. Ez HDP'ê wekî partiyek tenê nabîmin. Ez wekî partiya rûmet û wijdanê dibînim. Ji ber ku HDP rêxistinek bi siwane ye. Gelek nijat di nav de cihê xwe digirin û li hemberî mêtînger û nijatperestiyê diraweste. Ez dixwazim ku ji bo her kes xwedî li xeyal û fikrên xwe derkevin dengê xwe ji bo mirovahiyê bikar bînin."

'Ez namzeta jinan û ciwananim'

Nazli bi bîrxist ku ew hunermendekî têkoşîna jinê daye meşandin û wiha axivî: "Îktidar jinan ji qadan, kolanan durdixe û dixwaze ji ser dikan bîne xwarê. Ji ber wê têkoşîna jinan pir girîng e. Ez vejeteryanim, mafê lawiran diparêzim. Di nava têkoşîna jin û lawiran de tevînek heye. Ez namzeta jinan, lawirhez û ciwananim."

Nazli da zanîn ku piştî ew wekî namzed hat nîşandan ji aliyê Rojnemeya herêmî ya bi navê Yenî Asir ve hedef hatiye nîşandan û wiha got: "Ez destpêkê şaş bûm. Lê piştî min kirinên ku îktidarê bi hêza xwe dike, tiştên ku pêlîstokên wê dike êdî mirovan şaş nake. Nûçeya ku weşandin ji rojnemegerî û etîkê dur bû. Gotinên ku ji wir û vir komkirî dan û ez wekî hedef nîşan dam. Zîhniyeta ku zarokên me dikuje, li kolanan bedena wan digerîne û tiştên li ser bedena Ekîn Wan kirin em jî hedef nîşan dan. Em tiştên Rojnameya Yenî Asir û yên wekî wê cidî nagirin. Em ê hesabê kirinên wan bi rêya edalet û rêya demoktarîk ji wan bixwazin."

(mb/rc)