Dayikê Şemiyê: Mesutê astengdar nayê jibîrkirin

11:41

JINHA

ŞIRNEX – Dayikê Şemiyê di hefteya 352’emin de aqubeta Mesut Dûndarê ku pêşî hatibû qetil kirin dure jî li pey panzerê hatibû xirikandin hat pirsîn. Dayikê Şemiyê gotin ku ew nexwazin di vê rewşa awerte de tiştê hatî serê Mesut bi serê kesekî din de bê û Mesut nayê ji bîrkirin.

Dayikê Şemiyê li Cizîrê çalakiya xwe ya 352'emin pêk anîn. Hevserokên DBP, Hevşaredarê Cizirê Kadir Konur, Endam û Rêvebirên MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê jî dinavê de gelek kes bi armanca piştgiriyê tevlî çalakiya li kolana hûnerê bûn. Dayikên Şemiyê vê heftê jî Mesût Dûndarê ku ji dewletê ve pêşî hatibû qetil kirin dûra li pey panzerê hatibû xirikandin hat vegotin. Çîroka Mesût ji alî rêvebirê MEYA-DER’ê Weysî Durgut ve hat gotin.

Weysî diyar kir ku ji ber Mesut biçukayî nexweşîna menenjikê derbas kiriye û ji ber nehatiye dermankirin kesekî astengdarbûye û wiha axivî: "Mesut ji rengê kesk û sor û zer, ji sitranê mûzika kurdî hiz dikir ev yek bala polîsan jî kişandibû û gelek caran ji ber vê yekê İşkenceyê li Mesût dikirin. Herî dawî jî bi hinceta ku wê wî bibin nexweşxana Elezîzê girtin lê Mesut di zanibû ewê wî bikujin loma jî nexweşxanê reviya.” Weysî got ku di 6’ê Îlona 1992’yan de cenazê Mesût ji aliyê gûndiyan ve tê dîtin û wiha got: "Wê donemê raporek tê amede kirin û tê de dibêje PKK’ê Mesut kuştiye. Eynî van kesan raporek din amade dikin û dibêjin kese kî failên Mesut nas bike me neditiye.”

Weysî destnîşan kir ku piştî Mesut hatiye qetil kirin û li pey panzarê xirikandin tu kesî nexwestiye behsa Mesut bike û wiha dawî li gotinê xwe anî; "Niha disa qirînên şer,tolhildan û xwînê bilind dibin. Em dibêjin bûyara Mesut nayê dubare kirin û Mesut nayê ji bîr kirin.”

Piştî axaftinê 5 deqe çalakiya runiştinê pêk hat û çalakî bidawî bû.

(ma/zt)