Di êrîşa bombeyiya Enqerê de herî kêm 27 kesan jiyana xwe jidestdane

12:06

JINHA

ENQERE - Di du êrîşên bomboyiyên di 'Mitînga Aştiyê' ya Enqerê de gelek birîndar hene û herî kêm 27 kesan jiyana xwe jidest dane. Di nexweşxanan de anonsa xwîndayînê lezgîn tê kirin.

Li Enqerê bi banga rêxistinên ked û demokrasiyê li hember şerê sarayê 'Mitînga Aştiyê' hat li darxistin. Di mitînga ku girseya HDP'ê têde kombûyî de di navbera 30 saniyan de du bomba li peyî hev teqiyan. Di êrîşên bombayî de gelek kes birîndarbûn, ji 27'an zêdetir jî jiyana xwe jidest dan.

Ji ber ku ambulans zu neçun cihê bûyerê girseyê di nava xwe de li gel xebatkarên SES'ê mudaxele kirin. Li gorî agahiyan 30 abulans sewqî cihê bûyerê hatine kirin, lê li gorî rewşa heyî kêm bûne.

Beriya ambulansan welsayîtên polîsan çun cihê bûyerê. Li cihê bûyerê polîsan bi bomgeyên gazê û avaşid mudaxeleyî girseya ku hewildidan kesên jiyana xwe jidest dane û birîndaran rakin kirin. Girseyê bi awayek bihêrs bersiv da mudaxeleya polîsan. Ji nava girsê dem dem duruşmên weke "Katil AKP" û "Li hemberî fazîşmê mil bi mil" bilind kirin.

Li aliyê dinê jî li Nexweşxana Nûmune, Îbni Sina û Hacettepeyê anonsên xwîndanê tên kirin. Yên ku anonsa xwînê dikin diyar dikin ku ji her gurubê xwîn lazime.

Piştî teqînê hat zanîn ku li deverên weke Çankaya û Keçioren înternet birîne.

Li herêmê bombayek dinê jî hatiye dîtin û bomba li cihê xwe hatiye îmhakirin.

(zt)