Li Sura dibin dorpêça polîsan de welatiyek hat qetilkirin
13:25
Cotmeh
10
/ 2015
JINHA
AMED - Piştî li navçeya Surê ya Amedê qedexeya kolanan hat îlankirin polîsan bi çekên giran dest bi êrîşan kirin û ciwanê bi navê Halîl Tuzulerk ê ku ji bo berê xwe bide kevokan derket ser ban qetil kirin.
Li navçeya Surê ya Amedê piştî qedexeya kolanan polîsan tax dorpêç kirin û dest bi êrîşan kir. Polîsan ciwanê bi navê Halîl Tuzulerk ê ku ji bo berê xwe bide kevokên xwe derket ser ban qetil kirin. Halîl li taxa Haci Nurî ya Fatihpaşa rûdinişt û ji bo berê xwe bide kevokên xwe derketibû ser ban.
Ji ber êrîşên polîsan cenazeyê Halîl li taxê tê girtin.
(zt)