TTB: 70 kes zêdetir mirî û ji 300 kesan bêhtir birîndar hene

13:45

JINHA

ENQERE - Li gorî agahiyên Maseyê qirîzê ê ku li Navenda Konseya TTB'ê hatî avakirin, di teqîna li Enqerê de 70'î kes zêdetir jiyana xwe ji dest da. TTB'ê bang li bijîşkên ku li Nexweşxaneya Hacattepe, Îbnî Sîna, Numune û nexweşxaneya Enqerê dixebitin kir ku bi aweyek lezgînê derbasî nobeta nexweşxaneyan bibin.

Maseyê qirîzê ê ku li Navenda Konseya Yekîtiyên Tabîbên Tirk (TTB) hatî vekirin de hat diyar kirin ku di teqîna ku li Enqerê pêk hatî de herî kêm 70'î kes jiyana xwe ji dest daye. Her wiha TTB da zanîn ku 300 birîndar zêdetir hene û pêdiviyê birîndarên giran bi xwîna 0 rh negatîf bi aweyek lezgîn heye.

Serokê Yekîtiyên Tabîbên Tirk Bayazit Îlhan bang li bijîşkên ku nêzî nexweşxaneyên Gara Enqerê ne kir. Bayazit Îlhan da zanîn ku di encamê êrîşê de gelek birîndar hene û ji ber vê bang li bijîşkên ku li Nexweşxaneya Hacattepe, Îbnî Sîna, Numune û nexweşxaneya Enqerê dixebitin kir ku bi aweyek lezgînê derbasî nobeta nexweşxaneyan bibin.

(rc)