KJA bang li gelê Kurd kir ku nerazîbûna demokratîk nîşan bide
14:24
JINHA
AMED - KJA, komkujiya li Enqereyê wek “êrîşeke nemerd” terîf kir, bang li tevayî pêkhateyên xwe kir ku li her cihî bi hêzên aştî û demokrasiyê re bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.
Di daxuyaniya KJA de hat diyarkirin ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê şerekî topyekûn daye destpêkirin û got: “Ev şerê ku li Kurdistanê bû îlana rewşa awarte, li rojava li hember HDP’yiyan veguherî êrîşên nîjadperest û qirkirinên siyasî bi xwe re aniye. Di vî şerê ku AKP û Qesrê kiriye dewrê di serî de li hember Kurdan, tevayî beşên muxalif şerekî ku dewama zîhniyeta tekperest a 90 salan e.”
“Faşîzma xwe sivîl nîşan dide kîn û nefreta xwe ya li hember aştî, demokrasî û azadiyê careke din di Mîtînga Aştiyê ya dihat payîn ji aliyê hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê li Enqereyê bê lidarxistin nîşan da. Bêtehemûliya li hember aştî, xwişk-biratiyê bûye sedema ku bi dehan kes jiyana xwe ji dest bidin û bi sedan kes birîndar bibin.
Em wek KJA di serî de ji malbatên canên me yên evîndarên aştiyê yên me winda kirin, tevayî gelên Tirkiyeyê ye dibêjin serê we sax be, ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.”
Di daxuyaniyê de êrîş hat lanetkirin, bang li tevayî pêkhateyên xwe kir ku li her cihî bi hêzên aştî û demokrasiyê re bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.
(rc)