Îlham Ehmed: DYA yê Rojava di aliyê siyasî û leşkerî de pejirand

15:44

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Îlham Ehmed ku ev demek li ser vexwendina Mekteba Jin ya Netewên Yekbûyî li DYE bû da zanîn ku êdî DYE û gelek dewletên din rastiya Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve nas dikin û di warê siyasî û leşkerî de kurdan qebûl dikin.

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed ku demek bû bi armanca hevdîtan li DYA'yê bû, ji ANHA'ê re axivî. Îlham destnîşan dike ku di hemû hevdîtinan de muhatabê wan dane xuyakirin ku êdî kurd li Sûriyê hêza bingehînin û wiha got: “Hatina me Emrîka re bi vexwenda mekteba jin a netewên yekbuyî çêbû. Bi armanca tevlîkirina jinan ji xebata pêvajoya çareseriya siyasî a Sûriyê re. Bi vê armancê bi navê însiyatîfa jinan a Sûrî ji bo aştî û demokrasî me hevdîtin bi hemû hêzên ku bandora xwe li ser rewşa Sûriyê heye re kir. Wek rayadrên Emerîka, Holanda, Nerwêc, Îngîltere, Fînlenda, Tirkiya, Farasna, Almanya. Her wiha du car hevdîtin bi berpirsê pêvajoya çareseriya siyasî Stêvên Dîmistora re çebû. Ji van hêza hemiyan me daxwaza rawestandina şer kir û rêgirtina li pêşya derbasbûna çetan ji axa Sûriyê kir. Me bi rengek fermî daxwaz kir ku jin di hemû pêvajoya diyaloga aştiyê de hebe û di navenda birayarên dîrokî de hebe şartek bingehîn a serkeftina van diyalogan e.”

'Cara yekemîn em bi rayedarên DYA'yê re fermî rûniştin'

Îlham destnîşan kir ku wan weki TEV-DEM’ê jî hevdîtin kirine û van agahiyan cih girt: “Di navberê de civînek bi serokatiya wezirê karê derve ê Holanda tev nûnerên 7 ji van walatan pêk hat. Di vê civînê de hat gotin ku ev însiyetîf ji hemû pêkhateyên Sûriyê hatî avakirin û ji lêvegerên siyasî û bîrdoziyên cuda pêk tê. Em tev dixwazin ku ev diyalogên aşityê beyî jin nemeşin ji ber ku ewê ne serkeftîbin. Piştî 4 rojan jî van hevdîtinên bi navê rêxistina jinên Sûriyê pêk hat. Me tûrek hevdîtinan bi navê Tevgera Civaka Demokratîk pêk anî li Waşînton."

Îlham da zanîn ku cara yekemîn bi awayekî fermî bi rayadarên DYE'ê re rûniştine û destnîşan kir ku êdî Emerîka li Rojava Kurdan di warê siyasî û leşkerî de qebûl dikin û wiha domand: “Hevdîtinên me cara yekem li Emarîka bi rayadaran re bi rengek fermî pêk tê. Ev jî ciyê keyfxweşiye bû. Hevdîtin bi gîştî gelek baş û serkeftî bûn. Nîzîkbûna wan germ û bi wate bû. Wan ji hêla xwe ve dest nîşan kirin ku Kurd hêzek esasî û xurt e. Bi biryarin ku li ser erdê hevkariya xwe bi Kurdan re bidomînin heye. Bi taybet Kurdan hem di warê leşkerî hem jî diwarê siyasî ve nas dikin.”

'Projeya me baş dîtin'

Îlham dazanîn bi beşdarbûna bi dehan pisporan li ser xweseriya demokratîk semîneran lidarxistin û û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cardin hinek seminer li ser sîstema Rojava û azadiya jin li zanîngeha ku 20 pirofîsor têde amade bûn hat dayîn. Wan jî rewşa Rojava gelek bi baldarî dişopand û agahiya wan derbarê gelek tiştan de hebû. Didîtin ku sîstema xweseriya demokratîk sîstema herî rast ji bo bidawîkirin û rêgirtina li ber şerên navxweyî yên Sûriyê ye. Semîner ji bo gel hatin li dar xistin, di van semîneran de coşa gel li çav xuya bû. Rewşa hûndir dişopandin. Ev yek jî me gelek erênî dît.”

Îlham daxuyakirin ku di hemû hevdîtinên xwe de li ser pirojeya Sûriya Demokratîk nêrînê xwe parvekirine û ev bi erênî hatiye nirxandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hemû hevdîtinan de qala piroja avakirina Sûriya demokratîk hat kirin. Me piştgirya wan xwest, rayadarin ev piroje ji hêla xwe ve baş dîtin û baş nirxandin. Hemû aliyên me dîtin daxwaza domandina peywendiyan hat kirin. Ji hêla me de jî heman tişt hat daxwaz kirin.”

(zt)