Serdozgerê Komarê: 52 mirî 400 birîndar
15:49
JINHA
ENQERE - Hêjmara kesên di komkujiya li dijî mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê pêk hat de hatin qetilkirin, derket 52 kesan. Serdozgerê Komarê diyar kir ku hijmara kesên jiyana xwe ji dest dan 52 û ya birîndaran jî 400 e.
Di derbarê mirî û birîndarên di teqînên Mitînga Aştiyê de Serodozgerê Komarê yê Enqerê daxuyaniyek da. Di daxuyasniyê de hat zanîn ku di teqînê de kesên jiyana xwe jidest dan gihişt 52 yan, a birîndaran jî gihişt 400 kesan.
Li aliyê din li gorî agahiyên ku dozger dan parêzeran zêdeyî 400 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan nexweşên rakirin Nexweşxaneya Hacettepeyê Meryem Bulut, Guney Dogan, Ramazan Çelîk, Binali Korkmaz, Fatma Karabulut û 5 kesên nasnameya wan nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan.
(zt)