Welatiyên Wanê: Em yên ku bi bombeyan bersivdayîn banga aştiyê şermezar dikin
16:37
JINHA
WAN -Welatiyên Wanê êrîşa bonbeyî û Qatlîamê li Enqereyê di 'Mitînga Aştiyê' de pêk hat û di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji destdayî û bi sedan birindar çêbûn bi tundî şermezar kirin.
Li Enqerê li ser banga rêxistinên ked û demokrasiyê li hember şerê sarayê 'Mitînga Aştiyê' hat li darxistin. Di mitînga ku girseya HDP'ê lê kombûbû de di navbera 30 saniyan de du bomba li peyîhev teqîn pêk hat. Di têqînê de zêdetîrî 90 kes jiyana xwe ji dest daye û 400 zêdetir kes bigarî birindar bûn. Welatiyê Wanê êrîşa bonbeyî û Qatlîamê bi tund şermezar kirin. Walatiya balkişandin ser biryara agirbesta KCK'ê û gotin ku ev êrîş birsîva nexwestina aştiyê ye.
Jina bi navê Hulya Karataş qatlîama li Enqereyê şermezar kir û anî ziman ku êrîşa ku hatiyê kirin dijî mîrovahiyê ye û wiha got: "Di êrîşa îro de bi dehan kesên bêgûne jiyana xwe ji desdan. Gelê kurd cardin ket nava şînê û xemgîn e. Li aliyekî agirbest tê îlan kirin li aliyek din jî komkujiyên bi vê awayê tê kirin. Ev nêzîkatiyek pir şaş e û ji aliyê gel ve nayê pejîrandin. Êrîşên bi vî awayî qet ne ehlekî ne. Her çiqas em aştiyê dixwazin dijmîn bi vê rengê nêzî me dibe. Ev qet nayê qabul kirin û em ê heya dawiyê ji bo aştiyê li ser piyan bin û aştiyê berz bikin."
'Berpirsiyarê komqujiyê Erdogan e'
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî bi tund êrîşê şermezar kir û got ku em tu carî dev ji daxwaza aştiyê bernadin û ev tişt got: "Ez wek dayîkeke qatlîamê lanet dikim. Em li kujerê xwe nagerin ji ber ku em baş dizanin ku kê vê komkujiyê pêk aniye. Berpirsiyarê vê komkujiyê Erdogan e ku 400 parlementeran dixwest e. Hişmendiya Erdogan û DAİŞ'ê yek e. Jixwe yê ku çeteyê DAİŞ'ê afirand jî Erdogan e. Erdogan bi komkujiyê ewda têkçûyina hilbijartina 7'ê Hezîranê hiltîne. Ji hilbijartinê û şunde Erdogan û koma xwe li ser kurdan gefan dixwe û niha jî encama wan gefan e."
'AKP naxwaze şer bi dawî bibe'
Welatiyê bi navê Erdal Kahraman jî destnîşan kir ku bi van êrîşan diyar e ku, AKP û Erdogan naxwaze şer bi dawî bibe û wiha axivî: "Êrîşa ku li Enqereyê rû da li dijî aştiyê ye. KCK'ê berî çend rojan aşkera kir ku dê îro agirbest îlan bike. Lê lihember vê dawuyaniya giring li Enqereyê êrîşa bonbeyî li ser aştîxwesan pêk hat. Li gel vê yekê agirbesta yek alî bi gorî min ne baş e. Divê ji bo aştiyekî mayinde ji du aliyan agirbest pêk bê."
'Gelê kurd têk naçe û dê li ber xwe bide'
Erdal di dawiya axaftina xwe de bala kişand ser hilbijartina 1'ê Mijdarê û wiha got:"Ev kesên ku evê komkujiyê pêk anîne armanç dikin ku heya hilbijartinê şera xwe ya kirêj berdewam bikin. Li hemberî me şerekî fîzîkî û derûnî heye. Hikûmeta AKP'ê û Erdogan dixwaze gel bivê awayê têk bibe. Lê gele kurd têk naçe û dê heya dawiyê li ber xwe bibe."
(ho-mc/zt)