Li Colemêrgê li hember êrîşa bombeyî meş hat lidarxistin

17:04

JINHA

COLEMÊRG - Bi boneya qirkirina li Enqerê di Mitînga Aştiyê de hatî kirin li Colemêrgê bi pêşengiya HDP'ê meşek girseyî hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Rêxistina HDP'a Colemêrgê bi boneya bombeyên di Mitînga Aştiyê ya Enqerê de hatîn teqandin meşek hat lidarxistin. Rêxistina DBP, aktîvîstên KJA û Meclisa Dayikên Aştiyê jî dinavê de meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşa ji ber avahiya HDP'ê despêkir heya ber Otela Şenlerê de pankarta "Komkujiya ku bi hovane pêk hatî em şermizar dikin û rik HDP û rik aşti" hat vekirin. Her wiha dovizên reş yên bi sernivîsên "Kujer AKP dê hesabê bide" û " kujer Erdogan" hatin rakirin. Di dawiya meşê de daxuyanî hat dayîn.

Daxuyani ji aliyê Hevserokê HDP'ê Asım Ozcan ve hat xwendin. Asim balikşand ser qirkirina di Mitînga Aştiyê de hatî kirin û wiha got:"Li Enqerê bi pêşengiya HDP'ê meşa aştiyê hat li dar xistin; lê belê AKP'ê disa darbeyek din li aştiyê da û mirov û aştî bi hovane qetil kir. Bila hikumeta AKP'ê bizane ku HDP ti carî dest ji îsrara aştiyê bernade. Em êrîşa li Enqerê li hember aştiyê hatî kirin şermezar dikin."

Parlementerê HDP'ê Nihat Akdogan jî wiha axivî; "Ev êrişa hovane li hemberî aşti û HDP 'ê bû. KCK'ê di daxuyaniya xwe ya dawi de agirbest îlan kiriye, lê berlê hikumeta AKP'ê bi qirkirinê bersivda. Heya ku aşti tê vî welatî emê aştiyê biqirin û bêjin aştî. Êrîşa li Enqerê bêçaretiya AKP'ê nîşan dide. Em êrîşa hovane ya ku li hemberî aştiyê hatî kirin bi tindî şermezar dikin."

Pişti axiftinan meş bidawî bû.

Li aliyê dinê jî li Colemêrgê derabên dikanan hatine girtin û bi bolkon û pencereyên malan ve paçên reş hatine rakirin.

(zyd/zt)