Namzeta HDP’ê Kubra di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da

17:48

JINHA

ENQERE - Namzeta HDP'ê ya Herêma Yekemîn a Stenbolê Kubra Meltem Mollaoglu di êrîşa bombeyî ya Enqere de jiyana xwe ji dest da.

Her ku diçe hejmar û nasnameya kesên di êrîşa bombeyî ya li hemberî Mîtînga Aştiyê ya li Enqere pêk hat de zelal dibin. Di nava kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Namzeta HDP'ê ya Herêma Yekemîn a Stenbolê Kubra Meltem Mollaoglu jî heye. Mollaoglu bi hezkirina aştiyê tevlî mîtînga Enqere bibû û li ser hesaba xwe ya Twîtterê ya bi navê "KUBRA MOLLAOĞLU ?@kubramollaoglu" wêneyê bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re li Sultanbelî kişandiye û nivîsa "Di lihevhatina me ya gel a Sultanbeylî bi Hevserokê me Birêz Selahattîn Demîrtaş re. Bi israr aştî bi israr HDP" parve kiribû.

(rc)