Li Wanê polîsan êrîşî gel kir
18:13
JINHA
WAN - Bi hezaran welatî bi armanca komkujiya ku di mitînga aştiyê de li Enqerê pêk hatî şermezar bikin daketin qadan. Li ser vê polîsan êrîşê gel kir û di navbera girse û polîsan de pêvçûn derket û gelek kes hatin binçavkirin.
Li Wanê bi hezeran welatî ji bo êrîşa bombeyî ku di "Mîtinga Aştiyê" ya Enqereyê şermezar bikin daketin kolanan. Bi hezaran welatiyên ku nûner û rêveberên DBP, HDP, nûner û saziyên sîvil jî di nav de li parka Feqiyê Teyran a li navenda Wanê li hev kombûn û dest bi meşê kirin. Di meşê de girse bi hêrsekê mezin bê navber dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" , "Bi cahnime Erdogan" û "Dê hesabê bê pirsîn" hat berz kirin. Girseya ku heya kolana Cumhuriyetê meşiyan rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan bi wesaîtên zirxî û TOMA'yan bi ava şît û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Li ser vê yekê di navbera polîs û girse de pêvçû derket.
Pêvçûna di nav bera welatî û polîsan de li kolana meraşê û li gelek kolanan berdewam dike. Her wiha hat hînbûn ku gelek kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Pêvçûn berdewam dike.
(ho/rc)