KJK: Gelê me wê zanibe hesabê vê êrîşa hov bipirse

19:21

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Der barê komkujiya Enqereyê Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û got: “Gelên me ji bo aştiyê, xwişktî û biratiyê gelek berdêl dane, wê zanibe hesabê vê komkujiya hov a failê wê diyar bipirse.”

Di daxuyaniya nivîskî de Koordînasyona KJK’ê komkujiya Enqereyê şermezar kir û wiha got: “Em vê komkujiya li mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, zêdeyî 70 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jî birîndar bûn û berdewamiya polîtîkayên DAIŞWARÎ yên hikûmeta AKP’ê yên bi xwîn û faşîzan em bi tundî şermezar dikin, ji tevahî gelên xwe û malbatên welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin, ji bo birîndaran hêviya şîfayê dikin.”

KJK’ê destnîşan kir ku piştî pêvajoya çareseriyê hem Erdogan hem jî hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên desthilatiya yekperest ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi komkujiyên bi xwîn û faşîzan ve li Pirsûs, Silopiya, Cizîr, Farqîn, Nisêbîn û herî dawî jî li Enqereyê di serî de ji gelê Kurd ji tevahî gelên Tirkiyeyê tola serketina aşti û demokrasiyê hiltîne.

Koordinasyona KJK got, “Ev komkujî, nîşan dide ku wek 7’ê Hezîranê, hikûmeta AKP û Tayyîp Erdogan wê têkçûna xwe ya 1’ê Mijdarê jî bi komkujiyan manîpule bike û terora dewletê berdewam bike” û destnîşan kir ku li navenda Enqereyê li nava korteja HDP’ê ev êrîşa bi xwîn û hov pêk hat, ev komkujiya jî diyar dike ku terora dewletê ya AKP’ê ne bi herêmê tenê re sînordar e, li kijan cih û qadê daxwaza aştî û demokrasiyê hebe komkujî pêk anîne û nîşan dide ku wê berdewam bike.

KJK’ê destnîşan kir ku bi vê terora dewletê her wiha dixwazin peyama, “Ger hûn li gel Kurdan bin, li gel aştî û demokrasiyê bin, çi êrîşên bi xwîn ên em tînin serê Kurdan, hûn ê jî para xwe jê bigirin” û wiha berdewam kir: “Medyaya Enqereyê ji 7’ê Hezîranê û vir ve li kuştinên sivîlan guhê xwe girtibûn, bi vê komkujiya herî dawî ya Enqereyê ve nîşaneya ku terora dewletê li hember tevahî gelan şer îlan kiriye. Komkujiya Enqereyê komkujiyeke ku li hember biryarbûn û daxwaza aştî, xwişktî û biratiya gelan pêk hatiye. Ev êrîşa ku koma AKP-Qesr a çav lê zîviriye, ji bo desthilatiyê dîn bûye li hember hêzên demokrasî, aştî, xwişktî û biratiyê bê çawa ditirsin û bêçare mane nîşan dide. Ev êrîşa hov, êrîşa dijminên demokrasî, aştî, xwişktî û biratiyê, yên dibêjin, “em nahêlin hûn aştiyê pêk bînin” ne. Bi vê boneyê, êrîşa bekçiyên Qesra bi xwîn a derveyî mirovatiyê ku li qada birîndar lê ne bi bombeyên gazê êrîşî ser welatiyên alîkarî dikir, kirin em şermezar dikin.

Gelên me ji bo aştiyê, xwişktî û biratiyê gelek berdêl dane, wê zanibe hesabê vê komkujiya hov a failê wê diyar bipirse. Em careke din ev hêzên ku vê êşa mezin bi gelên me, ciwanên me, jinên me daye jiyîn şermezar dikin û dibêjin; berdelê wê çibe bila bibe, em ê ji bo gelên me bigihêjin serketina xeta aştî û demokrasiyê bi tevahî hêza xwe bixebitin û bi ser kevin.

Ji ber vê jî em dibêjin ku, ev êrîş bê bersiv namînin. Em gelên xwe, hêzên demokrasiyê, kedkaran û gelê me yê welatparêz ji bo li têkoşîna demokrasî û aştiya ya van şehîdên di oxirê wê de jiyana xwe ji dest dan xwedî derkevin, davet dikin da ku têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin.”

(rc)