Hijmara kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan derket 121'an

09:40

JINHA

ENQERE - Maseya krîzê ya HDP'ê, diyar kir ku di Mitînga Aşitiyê de 121 kesan di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane.

Di komkujiya li Enqereyê ya hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan her saet zêde dibe. Maseya Krîzê ya HDP, TTB û KESK'ê diyar kirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane 121 û birîndar jî 516 kesin. Kesên birîndar hêjî rewşa giran berdewam dike û her seat mirin zêde dibe. Duh êvarê ku cenazê Cemal Avşar ji aliyê malbata wî ve ji Tiba Adli ya Keçîorenê hat teşhiskirin diyar kirin ku cenaze yê Cemal Avşar wenda bûye.

(ha/zt)