Jinên Surê amadekariyên berxwedan û jiyanê dikin
10:05
Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED - Li Surê jin li ber barîqatên berxwedanê di malên xirabe de jiyanê berdewam dikin. Jinên Surê yên amadekariyên zivistanê dikin dibêjin: "Rastiya me ne şere. Ji bo yên şer ser me ferz dike înat emê jiyana xwe berdewam bikin. Dema ku şer bê xwestin emê şer bikin, lê em niha amadekariyên zivistanê dikin."
Di êrîşên AKP'ê yên ser rêveberiya cewherî de navçeya Sura Amedê jî bû hedefa êrîşan. Li Sura di dema êrîşan de bi dehan kes birîndar bûyî, mal hatîn hilweşandin, mizgeft û dêr hatine rewşa neyên karanîn berxwedan berdewam dike. Di nava taxên Surê de jin hem di nava barîkatên berxwedanê denin û hem jî amadekariya zivistanê dikin. Jin di nava taxan de tiştan hişk dikin, li ser kozan îsot û bacanê reş dipirêjin.
'Ev 40 sale em vê zilmê dijîn'
Me li Surê mikrofun dirêjî Ayten Aslan a konserveyan çêdike kir, jiyan û berxwedan jê pirsî. Ayten wiha qala amadekariyên zivistanê kir: "Em naxwazin malên xwe biterikînin. Emê jiyana xwe berdewam bikin. Ji bo wê çî bê xwestin emê bikin. Êdî zivistan tê, em amadekariyên zivistanê dikin. Em îsot û bacanên reş li ser kozan dipijînin, penîr û konserveyan amade dikin. Di demsala zivistanê de îsot, bacan û tiştên wiha xweşin."
'Ji xwe em her dem di nava şer de nin'
Di nava kolanên Surê de em rastî Felek Yilmaz a ku amadekariyên zivistanê dike hatin. Felek jî wiha qala amadekariyên zivistanê dike: "Em ji xwe her dem di nava şer denin. Ji ber ku şer heye ma emê di nava malê de runin û li benda mirinê bisekinin? Na emê nesekinin, emê xwarinê amadebikin, paqijiya xwe bikin û li kolanê li gel cîranên xwe sohbetê bikin. Yanî emê jiyana xwe birdewam bikin. Welehî gule bê bi serê me jî keve, em naçin hindirê malê de narunin. Emê di nava kolanan de kenîna xwe berdewam bikin. Ji xwe zivistan li ber deriye. Ji xwe ji ber şer me hinek dereng dest bi amadekariyên zivistanê kir. Dema ku em firsendê bibînin emê têkevin bazarê û tiştan berhevbikin ji bo zivistanê. Em ji bazarê tiştên weke îsot, firingî û bacanê reş digirin, hem didin ser kozan hem jî hişk dikin wiha amadekariyên zivistanê dikin. Em her sal salçe jî amade dikin, lê îsal me çênekiriye, yên çêkirî hene, lê gelek ji me çênekirine. Ji ber banê me nimize, di dema şer de hemû dibe toz ji ber wê me zêde tişt nedan bertavê. Lê dîsan jî bi qasî ji destê me bê emê tiştan bidin hev ji bo zivistanê."
(zt)