Birîndar: Ew komkujî bi zanebûn kirin
10:41
JINHA
ENQERE - Celalettin Çakmak yê ku di teqîna Mitînga Aştiyê de birîndar bû diyar kir ku "polîsan bombeyên gazê avêtina qada teqînê û ketine qadê."
Bi pêşengiya Sendîkayên ked û Demokrasiyê duh li Enqerê Mitînga Aştiyê hat lidar xistin. Di mitîngê de teqîn pêk hat û kesên di teqînê de birîndar bûn axifîn. Rêveberê Şaxa Sendîkaya Gelemperî Keda Maden û Sanayî û Enerji yê Celalettin Çakmak ku di teqînê de birîndar bû diyar kir ku polîsan tenê ji bo êrîşî gel bikin ketine qada teqînê û bombeyên gazê avêtin gel.
'TTB müdahale nekirina'
Celalettin Çakmak li Nexweşxana Zanîngeha Dewletê a Îbnî Sîna tedavî dibine dema bûyerê wiha nirxand: "Li ber garajê di bin fîlêmaya sendikaya me kom bûn û berbi qadê vê meşiyan û dema em dimeşiyan li pişt me 2 teqîn pêk hatin. Dema ez birîndar bûm rûniştim. Di bûyerê de hevalên meyê TTB'ê mudahaleya pêşî ne kirina wê bilançoya teqînê zêde bibûna.
'Komkujiyek bi zanebûn bû'
Celalettin Çakmak diyar kir ku polîsan tenê ji bo êrîşî gel bike ketin qada teqînê û bombeyên gazê avêtin gel û wiha domand: "Bombeyên gazê kesên birîndar bandor kir û welatiyan birîndaran bi pankart û di hembêza xwe de dikşandin ber ambulansê. Ez birîndar bûm û bombe gazê limin bandor kir. Qad cîhê kombûnê bû û gere di bin kontirola polîsan de gel têketina qadê. Dema me ewlehiya polîsan nedî me hîs kir ku wê tiştek bibe."
(ha/zt)