Li Dîlokê 13 kes hatin binçavkirin
10:56
JINHA
DÎLOK - Li Dîlokê di operasyonên hevdemî de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, polîsên tevgera taybet li taxên Guzelvadî û Beybahçe yên navçeya Dîlok Şahînbeyê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de tevî xebatkarên rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat Alaattîn Şen û Cûdî Taş, welatiyên bi navê Mehmet Huseyîn, Fîraz Kayran, Ûgûr Taşar, Abdullah Dayan, Enver Ozmen, Îslam Sarica, Engîn Babayîgît, Orhan Erten, Haşîm Vesek paşnavên Ahmet û Hamza jî nehatin zanîn hatin binçavkirin.
Li ser sedema binçavkirinan agahiyek nehat bidestxistin. Li gorî agahiyan, polîsan binçavî birine Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê.
(zt)