Li Enqerê li hember qurnefilan bombeyên gazê
10:59
Cotmeh
11
/ 2015
JINHA
ENQERE - Li Enqerê polîsan êrîşî çalakiya bîranînê ya ji bo kesên di êrîşa bombayî de jiyana xwe jidest dane kirin.
Li Gari ya Enqereyê ji bo bîranîna welatiyên di qirkirina Mitînga Aştiyê ya duh de jiyana xwe jidest dane çalakî hat lidarxistin, polîsan mudaxeleyî çalakiya bûranînê kirin. Di çalakiya bîranînê ya qurnefilan ku têde Hevserokên Giştiyên HDP'ê gelek parlementerên HDP'ê û gelek welatî amadebûyî de polîsan bi bombeyên gazê, ava şit û copan êrîş kirin. Di êrîşê de hat zanîn ku gelek welatî birîndar bûne.
(zt)