Li Sura dibin dorpêçê de polîsan jinek ducanî qetilkirin

11:15

JINHA

AMED - Ji ber berxwedana gel tevahiya şevê polîsan nekarîn têkevin Sura Amed. Ji bo wê jî êrîşên tîmên tayîbet û polîsan ser Surê zêde dibin. Di êrîşan de jina ducaniya ku bi guleya polîsan birîndarbû jiyana xwe jidest da.

Li Sura Amedê piştî Waliyê Amedê duh qedexeya derketina kolanan îlan kir, êrîşan despêkir. Di tevahiya şevê de li hember êrîşan berxwedana gel berdewam kir. Bi tayîbetî jî li taxên Hasirli, Fatih Paşa û Xançepek ê ji ber ku polîs û tîmên tayîbet nikarin têkevinê, derdikevin ser banê avahiyên nêzî taxê û ji wan banan de taxê gulebaran dikin. Bombeyên ji cihên bilinde diavêjin nava taxê duman ji du avahiyan bilind dibe. Di nava bombabaranê de gelê di berxwedanê de bi tilîtiyan bersiva êrîşan didin.

Li kolana Kurşunlu Camiyê ya ketina taxa Fatih Paşa gelek ewsayîtên zirxî û TOMA hene, despêkê polîs û tîmên tayîbet avahiyan gulebaran dikin, paşê deriyê wan dişkênin û dikevin hindirê malan. Polîs û tîmên tayîbet ên dikevin hindirê malan jin, zarok, kal û pîran didin erdê çek didin serê wan û bêmafiyê lê dikin.

Li Taxa Hasirliyê jî jinek ducanî bi guleya polîsan hat birîndarkirin, ji ber dorpêçê nekarîn bibin nexweşxanê û jiyana xwe jidest da. Hîna nasnama jina hatî qetilkirin nehatiye zanîn.

(zt)