Şehîdgeha Cudî dibin dorpêça leşkeran dene

11:46

JINHA

ŞIRNEX - Leşkeran bi wesayitên zirxî "Şehîdgeha Şehîd Cuma û Şehîd Binefş" ya li Çiyayê Çûdî dorpêç kirin û Tabura Tang a Bêspinê jî bi topên havanê "şehîdgehê" topebaran dike.

"Şehîdgeha Şehîd Cuma û Şehîd Binefş" ya li Çiayê Cûdî tê bombebaran kirin. Ji navçeya Silopî ya Şirnexê, ji Tabura Tang a Bêspinê topên havanê têne avêtin û hate zanîn topên hawanê 100 mt. nêzî "şehîdgehê" diteqin. Her wiha "şehîdgeh" ji aliyê Şirnexê ve jî bi sedan leşkeran hatiye dorpêç kirin, li girên Siwîskê û Tukera jî tang hatine bicih kirin. Bi dehan mertalên zindî jî li "şehîdgehê" çalakiya xwe berdewam dikin û ji ber topebaranê fikar ji jiyana wan tê kirin.

Her wiha, heyata ku ji Şirnexê ber bi "şehîdgehê" ve diçû û di nav de parlementerên HDP'ê jî hebû, li derdora gundê Baniyê Gilindor ji aliyê leşkeran ve hate sekinandin.

(ma/zt)