Bijikan kêliya qirkirinên vegotin: Li pêşiya ketina me ya qadê bûn asteng
12:19
JINHA
ENQERE - Bîjişkên TTB'ê ku duh li cihê teqînê amadebûn, dema teqînê vegotin. Bîjîşkan dema teqînê wiha anin ziman: "Di beriya ambulansê de polîs hatin cihê bûyerê, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kir. Em dibin bombeya gazê de di nav gola xwînê de me xwe digihan birindaran. Polîsên ku li cihê bûyerê bûn ji me re astengiyan derdixistin, armanca wan ew bû ku kesên birindar jî bimirin. Me di nav gelek zehmetiyan de mudahaleya birindaran dikir. Bi flamanên partiyê birindaran radikir û birinên wan girê dida. Li Enqereyê komkujiyeke mezin hat kirin, em vê komkujiyê tu carî ji ber nakin."
Li Paytaxta Tirkiyê Enqerayê duh bi hezaran welatî ji bo daxwaza aştiyê biqîrin bi pêşgiya Rêxistina Ked û Demokrasiyê di "Mîtinga Aştiyê" de li hev kom bûn. Di pêşiya destpêka mîtingê de li cihên ku HDP'î lê bûn du bombe hatin teqandin. Di encama teqînê de 121 kesan jiyana xwe ji dest da û 516 welatî jî bigiranî birindar bûn. Bijîşkên TTB'ê ku bûn şahîdê bûyerê dema teqînê ji ajansa JINHA'yê re parvekirin û gotin ku dema xwestin mudahaleya birindaran bikin rastî astengiya polîsan hatine. Bîjişka Şaxa TTB'a şaxa Stenbolê Ayşe Ozdamin dema bûyerê wiha anî ziman: "Tişta herî bala min kişandî tu polîs ji bo ewlehiyê li qadê tunebûn. Di serê sibehê de em çûn cihê mîtingê. Lê tu polîs ji bo ewlehiyê li qadê tune bûn û tu tedbîrê ewlehî nehatibû girtin, wê demê tiştike nûqîtî dilê min. Li derekî wek Enqerayê tunebûna polîsan banaşanê di mejiyê mirovan de çêdike. Em wek koma Stenbolê ji bo kortêja xwe çêkin di serê sibehê de li çûn qada mîtingê. di nîşkave dengê teqînê hat. Em bi refleksa bijîşkiyê bi aliyê teqînê ve beziyan. Polîsên ku me sibehê nedît, wê demê pêşiya me girtin û destûrê nedan ku em biçin cihê bûyerê. Polîsan bi TOMA'yan bombeyê gazê avêtin û bi ava şît êrîşî gel kirin. Demek dirêj destûrê nedan ku em mudahaleya birindaran bikin."
'Me bi alên partiyê sedreyan çêkir'
Ayşe got ku ligel hemû astengiyan em wek doxtoran çûn cihê teqînê û me mudahaleya birindaran kirin û wiha pê de çû: "Dema ku em gihan cihê bûyerê bi sedan kes sero bûno bûbûn û rastî bi dedan cenazeyan hatin. Ez ketim şoqek gelek mezin, bûyer wek kabûsekê bû. Ez wê demê tu carî ji ber nakim. Birindar pir zêde bûn û ji kur ve dinalîn. Tu amûrê tendûrîstiyê li cem me tune bûn. Me bi alên partiyê ji birindaran re sedre çêkir û birindarana hilgirt. Ambulans gelek dereng hatin cihê bûyerê. Lê tiştê herî balkeş ew bû ku di şûna ambûlansê de TOMA hat cihe bûyerê lê birindar bi tu awayî nebirin nexweşhaneyan."
'Her der bûbû gola xwînê, ji ber xwînê em nîkarîbûn bimeşiyan'
Bîjişkê TTB'ê Ozgur Akbaba yê ku ewîl mudehaleya birindaran kir jî çavdêrî û serpêhatiyên xwe wiha anî ziman: "Em bi kelecaneke mezin çûn qada mîtingê. Dema em ketin qadê teqîn pêk hat. Bi sedan cenazeyên mîrov qetîbûn ser hev. Her der bûbûn xwîn, parçeyên mîrovan li qadê belav bûbû. Qirîn û nalîna mîrov ji guhê min naçe. Em ji bo ambûlansê diqiriyan lê ambulans pir dereng hat cihe bûyerê. Eger ku ambulans zûtir bihata cihê bûyerê hêjmara birindaran ew qas zêde nedîbû û mirî çênedibûn."
'Canê mirovan hatibûn parçekirin, nişaneya bombeya zindî bû'
Ozgur bertek nîşanî êrîşa hov da û wiha berdewam kir: "Ev birdoziyekî çawa ye gelo, kîn û nefretek bi hov. Di cihanê de kijan rêxistin wiha qirêj dibe ku bi vê awayê dikeve nav mirovan û komkujiyek wiha pêk tine. Li qadê parçeyên mirovan hebû. Ez bawer dikim ku êrîşa bombeyî ya zindibûye. TTB'ê bi dehan caran ji bo xwînê banga lezgîn kir. Wê demê Wezareta Tendûrîstiyê di dawuyaniyê got ku 'Pêwîstiya xwînê tune' em fam nakin, gelo ev dewlet dê wiha li gelê xwe xwedî derkeve. Bi kuştîn û qatlîaman. Lê bi hezan welatî ligel daxuyaniya Wezaretê ji bo pêwîstiya xwînê herîkin qadê û xwîndan. Ev ji bo me keyfxweşî û moralek mezin bû. Ji destê wan bihata ambûlansan jî pêwîst nedidîtin."
'Rojek dê gel wek çalakiya Geziyê bersîv bibe'
Ozgur wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em niha wek doxtorên TTB'ê li hemû nexweşxaneyan yek biyek digerin û bi dildarî ji bo birindaran dixebîtin. Bila baş bê zanin ku em dikarin li xwe xwedî derkevin. Ji ber ku tu banga Wezaretê pêwistiya me tune. Ew me xilas jî nakin. Çawa ku di sala 2013'an bi hezaran kes ji bo Geziyê derket kadan û li ber xwe dan, dê disa gel raba ser piyan û hesabê bipirse. Li Enqerayê teqînek mezin pêk hat em ji ber nakin!"
(ho/zt)