Li Kerboranê dibin dorpêçê de jin pêşengiya berxwedanê dikin
12:33
JINHA
MÊRDÎN - Di bin dorpêçê de êrîşên tîmên tayîbet û polîsan li ser taxên Kerboranê berdewam dikin. Di nava dorpêçê de jin pêşengiya berxwedanê dikin. Bi tangan êrîşî taxan dikin, di dema êrîşa tangan de agir bi malekê ket û di hindirê malê de 3 kes birîndar bûn.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê qedexeya derketina derve ji duh ve ye berdewam dike. Polîsên tîmên taybet ku taxên Bahçebaşî û Tepebaşî dorpêç kirine, bi çekên giran êrîşe taxan dikin. Di saetên sibê de polîsan dest bi gulebarana malan kir û li hemberî êrîşên bi tangan û gulebaranê jî bi pêşengiya jinan berxwedana gel didome. Bi taybet jin derdikevin kolanan û bi tilîliyan bertek nîşanî êrîşan didin.
Her wiha, heyeta ku di nav de parlementerên HDP'ê jî hene di ketina navçeyê de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve têne rawestandin.
(zt)