Nasnama 85 cenazan hatin diyarkirin û 24 cenaze jî hatin oxir kirin
12:53
JINHA
ENQERE - Teşhîsa 85 kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane hatin kirin û ji wan 24 ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin.
Piştî ku ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan merasîmek hate lidarxistin, cenazeyên ku nasnamên wan zelal bûne ber bi bajarên wan ve têne oxir kirin. Nasnama 85 cenazeyan diyar bûye û 24 cenaze jî ber bi bajarên wan ve hatin oxir kirin. Hate zanîn ku nasnama 10 kesan nayê tespît kirin û karên tespîta cenazeyên 25 kesan jî berdewam dike. Ji ber ku 6 maseyên ji bo tespîtkirina nasnavan hatine danîn têr nekir, malbatan bertek nîşan da. Malbatan sloganên "Kujer Erdogan" berz kirin û diyar kirin ku dewlet him hezkiriyên wan dikuje him jî cenazeyên wan nade.
24 kesên ku nasnavên wan hatine zelal kirin û ji bajarên xwe re hatine oxir kirin ev in:
Aycan Kaya (Êlih), Fevzi Sert (Edene Kozan), Hakan Dursun Akalın (Amasya), Uygar Coşkun (Çorum Akpınar Alaca), Muhammet Veysel Atilgan (Batman Kercews), Eren Akın (Meletî), Canberk Bakış (Meletî), Metîn Kurklu (Amasya Merzîfon), Kasım Otur (Meletî), Fatma Karabulut (Konya Cîhanbeylî), Kubra Meltem Mollooglu (Stenbol), Îdîl Guneyî (Bursa), Ercan Atsiz (Tekîrdag Çorlu), Şîrîn Kiliçalp (Konya Kulu Karcadag), Mehmet Hayta (Meletî), Alî Denîz Uzatmaz (Dîlok), Nevzat Sayan (Karaman), Bîlgen Parlak (Semsûr), Sarigul Tuylu (Gebze), Gazî Guray (Dersim)
(zt)