Dê qirkirina Enqerê li Amedê bê protestokirin

13:03

JINHA

AMED - DBP-HDP, KCD, KJA û saziyên sivîl ên Amedê bi armanca şermezarkirina komkujiya ku li Enqerê pêk hatî dê seat di 16.00'an de meşekê li dar bixin û bang li hemû kesî kir ku tevlî meşê bibin.

Rêxistinên sivîl ên Amedê bi daxuyaniyekê bang li gele Amedê kirin ku tevlî meşa ji bo şermezarkirina komkujiya li Enqerê pêk tê bibin. Meş dê li Parqa Koşuyolu dest pê bike. DBP-HDP, KCD, KJA û saziyên sivîl ên Amedê dê beşdarî meşê bibin. Daxuyaniya saziyan wiha ye: “Ji bo ku em êrîşa ku li hemberî mitînga Aşitiyê pêk hatiye şermezar bikin, wekî rêxistinên sivîl ên Amedê emê li Parka Koşuyoluyê bin. Ji bo kesên ku aşitî dixwestin û ji bo aşitiyê mitîng lidarxistin û hatin qetilkirin bi bîr bînin û komkujiya ku ji bi deste AKP û bi riya dewletê de hatiye pêk anîn şermezar bikin, em bang dikin ku hemî gelê Amedê li hemberî komkujiyê bertekên xwe nîşan bidin û tevlî meşa ku emê li dar bixin bibin.”

Çalakiya orotestoyê dê di saet 16.00'an de li Parka Koşuyoluyê bê lidarxistin.

(zt)