Li Surê polîs malan dişewitîne
14:23
JINHA
AMED - Li navçeya Sûr a Amedê ku êrîşa polîsan berdewam dike, Meclîsa Gel a Taxa Fatîhpaşayê û hin mal ji aliyê polîsan ve hatin şewitandin. Li Taxa Hasirliyê jî welatiyek bi guleya polîsan ji sînga xwe birîndar bû.
Li navçeya Sûr a Amedê ku qedexeya derketina derve berdewam dike, li Taxa Fatîhpaşayê Meclîsa Gel û hin malên di sikakê de ji aliyê polîsan ve hate şewitandin. Hate ragihandin ku polîs destûr nadin ku komên agirkuj biçin taxê û her wiha gule li welatiyên ku hewl didin agir vemirînin direşîne. Li Leylek Sokak a Taxa Hasirliyê jî, welatiyek bi navê Ekrem Susul (55), bi guleya polîsan ji sînga xwe birîndar bû. Ji ber ku polîs destûr nadin ambulans biçin, welatî bi derfetên xwe hewl didin tedawî bikin
Her wiha, polîsên tîmên taybet êrîşê girseya ku ji bo êrîşan protesto bikin û piştgiriya berxwedana gel bikin li Qada Deriyê Çiyê ne kir. Polîsên ku heqaret li girseyê dikin û gule berdidin hewayê, hewl didin ku girseyê derxin derveyî qadê. Girsey jî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Sûrê" li Qada Deriyê Çiyê sekna xwe didomînin.
(zt)