Li Kerboranê tank malan xira dikin sekvan ji avahiyên bilind de gel gulebaran dikin

14:52

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê ya qedexeya derketina kolanan lê heyî teqînekî mezin pêk hat. Têkildarî mirin û birîndaran de tu agahî nehatin girtin û heyeta HDP'ê ya hewil dide biçe navçeyê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hat astengkirin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê duh bi qedexeya derketina koalan êrîşan dest pê kir û qedexe hêj berdewam dikin. Ji navçeyê re gelek leşker hatin sewqkirin û êrîşa polîs û leşkeran berdewam dike. Li çoltarên navçeyê jî cerdevan û leşker hatin bicihkirin. Ketin û derketina navçeyê li 3 nokteyan hatiye girtin û heyeta HDP'ê ya di nav de parlementerên HDP'ê Gulser Yildirim û Alî Atalan ên xwestin biçin navçeyê hatin astengkirin û piştre derbasî gundê Devanê.

Serê sibê jî parlementerên HDP'ê Enîse Guneylî, Erol Dora û rêveberên HDP'ê, hevşaredar û endamên KJA'yê xwestin biçin navçeyê. Di vê navberê de li taxa Bahçebaşi nêzî mala qeymeqamtiyê teqînekî mezin pêk hat. Li nokteya teqîn pêk hat dukel bilind bû û gelek wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama teqînê de mirin û birîndar çêbûn an ne tu agahiyên zelal nehatin bidexistin.

Piştî teqînê destûr nedan heyet bikeve navçeyê û pişt re heyet ji nokteya kontrolê veqetiya.

(zt)