Dayikê Aştiyê qirkirina li Enqrê şermezar kirin
15:04
JINHA
AMED - Ji bo şermezarkirina qirkirina di Mitînga Aştiyê de li Enqerê hatî kirin Meclisa Dayîkên Aştiyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Bi armanca şermezarkirina komkijiya ku li Enqerê pek hat Meclisa Dayikên Aştiyê daxwiyaniya çapemenî dan. Ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê Hanife akpolat daxuyanî xwend û wiha got: "Ji bo ku em êrîşa ku li hemberî mitînga Aşitiyê pêk hatiye şermezar dikin em li virin. Ji bo kesên ku aşitî dixwestin û ji bo aşitiyê mitîng lidarxistin hatin qetilkirin, emê her dem li qadan bin. Ji paşerojê heta îro ji aliyê dewletê de li ser gele Kurd, rewşenbîr û civaknasan komkujiyê pêk tîne."
Hanîfe balkişand ser qirkirinên li Amed, Pîrsûs û Enqerê komkujî pêk anîn û wiha domand: "AKP ji bo 400 parlementeran êrîşî gel dike. Komkujiya li Enqerê pêk hat hemberî agirbesta ji aliyê KCK'ê ve hatî îlankirin bû. Em te nakin serok, te û çeteyên te wê hesap bide gel û di 1'ê Mijdarê de hunê di nava xwîna ku we rijandiye de bifetisin."
(ha-sg/zt)