Li Lîcê mertalên zindî gihiştin 8 cenazeyan

16:18

JINHA

AMED - Piştî bombebarana du rojin li ser "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê yê Lîcê berdewam dike mertalên zindî gihiştin 8 cenazeyan.

Mertalên zindî yên li qada "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê ya navçeya Lîcê ya Amedê dimînin serê sibê lêkolîn û lêgerîn pêk anîn û 8 cenaze peyda kirin. Duh herêm ji aliyê balefirên şer ve hatibû bombebarankirin. Mertalên zindî û welatiyên gundên derdorê serêsibê li herêmê lêgerîn dan destpêkirin. Di encama lêgerînê de 8 cenaza dîtin. Hat ragihandin ku bombebarana li 3 nokteyan hatî kirin û tê gotin ku 8 kesên hiyana xwe ji dest dan HPG'î ne. Cenaze ji aliyê welatiyan ve hatin wergirtin û piştî vecîbeyên olî li şehîdgehê dest bi definkirina wan kirin.

Piştî bûyer hat bihîstin esnafên navçeya Lîcê dikanên xwe girtin. Welatiyên navçeyê û gundên derdorê ber bi şehîdgehê ve diçin.

(zt)