Gelê Cizîrê komkujiya Enqerê şermezar kir
17:04
JINHA
ŞIRNEX – Li Cizîrê bi deh hezaran kesî komkujiya li Enqerê pêk hatibû bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de Dayikên Aşitiyê pankartê “Emê li hember terora dewletê têbikoşin û emê azad bibin” vekirin û durişmên “Bêdengî mirine berxwedan jiyane” berz kirin.
Li Cizîrê bi armanca ku komkujiya Enqerê şermezar bikin bi dehazar kes meşiyan. Berî meşê Endamê Egitim- Sen, TOMOB, SES û gelek saziyên sivîl ji ber avahiya Egitim-Sen’ê meşiyan heya ber avahiya HDP'ê. Di meşa ku pankartê “Ji were înat emê li hember şer aşitiyê, li hember mirinê jiyanê bipirsin” hat vekirin û dûrişmên “Kujer, diz Erdogan wê hesab bide” qîriyan. Ji ber avahiya HDP’ê jî girseya ku di navê de Parlementerê HDP yê Şirnex’ê Faysal Sariyildiz, Hevserokê Meclisa Demokratîk a Bajêr, Hevserokê HDP’ê û DBP’ê, aktîvîstên KJA’yê, Meclisa Dayikên Aşitiyê Endam û rêvebirê MEYA-DER û TUHAD-FED’ê û bi dehhazaran kes meşiyan ber qeymekamtiya Cizîrê. Girseya ku pankartên navê kesê li Şirnex’ê ji aliyê dewletê ve hatî qetil kirin û nivisa “Em wehşata li Botanê pêk hatiye lenet dikin” nivîsîbû vekirin. Dayikên ku pankartê “Emê li hember terora dewletê têbikoşin û emê azad bibin” vekirin û bê navber durişmên “Bêdengî mirine berxwedan jiyane” “Kujer Erdogan wê hesab bide” û “Şehîd namirin” berz kirin. Girse piştî ku gihêşt ber qeymekamtiyê ji bo şehîdê demokrasî û azdiyê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina despêkê Hevseroka Meclisa Demokratik a Gel Asya Yûksel axivî.
‘Bi qetliyama dixwazin deshilatdarî û qesra xwe bi parêzin’
Asya ji Cizîrê heya Enqerê hemû gelê berxedêr silav kir û ev tişt anî ziman: "Ev bi sedan salin hêzên dagirker qetlima li ser gelê kurd dide meşandin. Bi van qetlima dixwazin deshilatdariya xwe û qesra xwe bi parêzin.” Asya desnişan kir ku qetliamê dewletê bi tu awayî wan ji rêya wan venagerinin û dibin sedama tekoşîna wan. Asya got ku ew hêvî dike xweseriya demokratik û parastina cewherî bibe sedama aşîtiyê û ev tişt anî ziman: "Ez li ser navê Meclisa Bajêr soz didim ez dibêjim ew çiqas me bi kujin emê bi ser bikevin.”
‘Paytexta xwe kirin gola xwîna kurdan’
Piştî Asya Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku dewletê paytexta xwe ji gelê Kurd re kiriye gola xwînê û ev tişt anî ziman: "Em berpirsiyarê vê bûyerê jî baş nas dikin kesên ku bi salane xwîna zarokê me dirêje ne yanî berpirsiyar hûkûmeta AKP’ê ye.” Faysal balê kişand ser hevkariya AKP’ê û DAİŞ’ê û ev tişt got: "Eger AKP’ê bi xwstina karibû pêşiya vê teqînê bigirta ji berk u yek bi yek endamê DAİŞ’ê nas dikin.” Faysal herî dawî got ku niha dilê wan dêjê lê baweriya wan a serkeftinê ji her demê xurtire.
‘Dawiya vê romanê wê serkeftin be’
Herî dawî jî rêvebirê Egîtim- Senê Çetîn Aslan jî diyar kir ku dijminê wan zelala û mirvan dikuje û pêwiste ew jî li hember vî dijiminî zelalbin û xwe bi parêzin. Çetîn got ku kesekî ku nikaribe xwe bi rêve bibe û xwe bi parêze ji qetlima re vekiriye û banga pêşxistina xweseriya demokratîk kir. Çetin têkoşîna gelê kurd şiband romenek û wiha got: “Di vê romanê de wê hin pel bi xwînê werin nivîsandin. Lê dawî dawiya dawî emê vê romanê bi serkeftinê bi dawî bikin.”
Piştî axaftinan welatiyan bi 5 deqe çalakiya runiştinê çalakiya xwe bidawî kirin
(ma/zt)